5 meh in daxwaza pêkanîna edaletê dikin

  • 15:15 25 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Malbatên girtiyan çalakiya xwe ya "Nobeta Edaletê" li ber Edliya Îzmîrê pêk anîn û gotin: "Ev bû 5 meh em li kolanan di nav çalakiyan de nin. Li ber edliyê êrişê li me dikin. Bila êdî êdalet pêk bê." 
 
Çalakiya "Nobeta Edalatê" ya malbatên girtiyan 128 roj in didome. Çalakiya îro li ber Edliya Îzmîrê pêk hat. Malbatên girtiyan bi çalakiya xwe bal dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. Di çalakiya îro de malbatan berdîlkên li ser "Azadî ji girtiyên nexweş re" û "Deng bide zindanan" hatî nivîsin li xwe kirin. Dirûşmên wekî “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Heq, hiqûq û edalet" berz kirin. 
 
Di çalakiyê de çalakvan Hanîfe Gumuş axivî û got: "Zarokên me nayên tedawîkirin. Dema dibin nexweşxanê tînin jî di hicreyên yek kesî de tên ragirtin. Em êdî naxwazin mirin pêk bê. Em êdî nikarin bi rêya telefonê jî bi zarokên xwe re biaxifin. Di serî de Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş demildest serbest bên berdan."
 
Çalakvan Hanim Sever jî di çalakiyê de bal kişand ser polîtîkayên ku tên meşandin û wiha bi lêv kir: "Em banga bi dawî kirina şer dikin. Bila dawî li polîtîkayên tecrîdê bînin. Em dibêjin aştî ev zextê li me dikin. Li girtîgehan cenaze derdikevin û tedawiya girtiyên nexweş nayê kirin. Ev bû 5 meh em li kolanan di nav çalakiyan de nin. Li ber edliyê êrişê li me dikin. Bila êdî şer biqede." 
 
Piştî axaftina çalakvanan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.