Li Girtîgeha Jinê ya Bakirkoyê tundî li girtiyan hat kirin

  • 13:33 25 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Girtiya nexweş Tenzile Acar a li Girtîgeha Jinê ya Bakirkoyê tê girtin diyar kir ku gardiyanan bi ser qawişên wan de girtine û tundî li wan hatiye kirin. 
 
Girtiya nexweş Tenzile Acar a li Girtîgeha Jinê ya Bakirkoyê tê girtin bi rêya telefona bi malbata xwe re kir da zanîn ku gardiyanan bi ser qawişên wan de girtine û dest xistine ser hemû alavên wan û tundî li wan kirine. 
 
Di heman demê de Tenzileyê ji malbata xwe re daxwaz kir ku serî li rêxistinên mafan bixin û bikevin tevgerê. Her wiha Tenzileyê diyar kir ku li girtîgehê rewş ber bi nebaşiyê ve diçe.