Kurdistanî li ber avahiya NY’ê dest bi çalakiyê dikin

  • 13:19 25 Cotmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistanî li dijî êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê dest bi çalakiyê dikin. 
 
Kurdistaniyên li Swîsreyê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevreyê, li dijî êrişên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ku hêj dewam dikin, amadekariya çalakiya rûniştinê dikin.
 
Konseya Kurd Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) têkildarî çalakiya rûniştinê ya ku sibê pêk bê daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Gelê Kurd û gerîlayên azadiyê yên Gelê Kurd di pêvajoyeke ku di dîrokê de bi êrişên herî berfireh û dijwar re rû bi rû ne. Tecrîda li ser Rêberê me gihiştiye astên ku nayên fikirîn û nayên vegotin. Di heman demê de bi van êrîşan dixwazin gerîlayên azadiyê jî mîna Rêberê me bê nefes bihêlin.
 
Mêtîngeriya Tirk bi êrişên çekên kîmyewî hiqûqa navneteweyî bin pê kiriye û ev êriş di asta sûcên li dijî mirovahiyê û şer de ne. Ev êrîş li ser esasê bi encamkirina 'komploya navneteweyî' û tasfiyekirina Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd pêk tên. 
 
Gelê Kurd di berxwedana 50 salî ya ku Rêbertî daye destpêkirin de bi dehan konseptên êrişê yên bi vî rengî hatine jiyîn, lê bi berxwedanê ev konsept hatine pûçkirin. Di ‘pêvajoya hebûn û nebûnê’ de kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî li Ewropayê dijîn ji bo parastina destkeftiyên xwe di nava berxwedaneke mezin de ne. Welatparêz Kurdistanê û dostên wan li dijî konsepta tasfiyekirinê ku ji 17’ê nîsanê û vir ve dest pê kiriye, her roj li qadan in. Li dijî êrişên tasfiyekirinê heta ku em azadiya Rêbertî misoger nekin, heta saziyên berpirsyar ên wekî CPT’î û OPCW erka xwe pêk neynin û rastiyan bi raya giştî re parve bikin û saziyên wek NY’ê û YE’yê li dijî Tirkiyeya faşîst helwestê nîşan nedin em ê li qadan bin.
 
Li ser vê bingehê em ê careke din bi çalakiya rûniştinê, meş û mîtîngê ya 4 rojan li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, berxwedana mezin a gerîlayên azadiyê û Rêberê xwe ji tevahî cîhanê û saziyên pêwendîdar re biqîrin. Di 26-29’ê cotmehê de em ê di bin her şert û mercî de parastina gerîlayên xwe bikin û li ber xwe bidin. Em bang li hemû Kurdistanî, welatparêz û dostên li Swîsreyê dikin ku tevlî vê çalakî û pêvajoya berxwedanê ya bênavber bibin."
 
Kurdistanî wê di 26-28’ê cotmehê de li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê çalakiya rûniştinê li dar bixin û di 29’ê Cotmehê roja Şemiyê saet 12:00 de jî li ber Gara Trenê ya Cenevreyê meşek bidin dest pê kirin û li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî bi mitîngê bi dawî bibe."