'Hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin'

  • 12:17 25 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Di çarçoveya Lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de nûçegihanên JINNEWS û MA'yê serê sibehê hatin binçavkirin. Ji Yekîneya Hiqûqê ya TGS’ê parêzer Ulku Şahîn da zanîn ku bi serdegirtina malên rojnamegeran re hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de polîsan di saetên serê sibehê de bi ser buroya Ajansa Mezopotamyayê (MA) û malên nûçegihanên ajansa JINNEWS û MA'yê de girtin. Hat zanîn ku di lêpirsînê de derheqê 12 kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn û heta niha bi giştî 10 kes hatine binçavkirin. Ji ber bisînorkirina dosyayê, parêzeran nekarîn naveroka dosyayê hîn bibin. 
 
Polîsan li Amedê Habîbe Eren, Derya Ren û li Qosera Mêrdînê jî Oznur Deger ên JINNEWS'ê binçav kirin. Nûçegîhanên MA'yê Selman Guzelyuz li Amedê, Hakan Yalçin li Wanê, Emrullah Acar û Ceylan Şahînlî li Rihayê, Zemo Aggoz, Bêrîvan Altan û Denîz Nazlim li Enqerê, Midûra Karên Nivîsan a Ajansa MA'yê Dîren Yûrtsever jî li Stenbolê hatin binçavkirin. Hat zanîn ku Derya Ren di çarçoveya lêpirsînek din de hatiye binçavkirin.
 
Her wiha hat diyarkirin ku rojnamegerên ku li Amedê dê hatin binçavkirin dê serê êvarê binîn Enqerê. Her wiha hevdîtina parezeran jî hat astengkirin. 
 
Ji Yekîneya Hiqûqê ya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Ulku Şahîn bi bîr xist ku tevî ku bi ser re 5 meh derbas jî bûn, îdianameya 16 rojnamegerên kurd ên li Amedê hatin girtin hêjta nehatiye amadekirin û wiha got: “Di demekî ku qanûna sansûrê ketiye meriyetê de di saetên serê sibehê de operasyonan dikin û bi ser malên rojnamegeran de digirin. Bi vê yekê re hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin. Binçavkirin û lêgerînên ku di operasyonên serê sibehê de tên kirin, tevdîreke ku tenê di rewşên derengmayîn an jî dema sûc tê kirin e. Vê sepanê li dijî rojnamegeran pêk tînin û hewl didin rewşekî wiha nîşan bidin.” 
 
Têkildarî bisînorkirina dosyeyan jî Ulku, ev tişt anî ziman: “Di van operasyonan de bi rêbaza bisînorkirina dosyayê re, kesên binçavkirî ji mafê herî bingehîn anku ji mafê parastinê bêpar tên hiştin. Bi vê rewşê re jî mafê darizandina adilane tê binpêkirin.”