MKGP: Wê rojnameger dev ji nivîsandina rastî û heqîqetê bernedin

  • 12:14 25 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
AMED - MKGP'ê têkildarî binçavkirina nûçegîhanên JINNEWES û MA'yê de diyar kir ku ew ê çapemeniya azad li dijî van êrişana serî netewîne û têkoşîna xwe bidomîne û got:"Wê rojnameger dev ji nivîsandina rastî û heqîqetê bernedin. Ew ê rojnamegerên jin tu carî gavê paşde neavêjin û pênûsa hevalên xwe li erdê nehêlin."
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de polîsan di saetên serê sibehê de bi ser buroya Ajansa Mezopotamyayê (MA) û malên nûçegihanên ajansa JINNEWS û MA'yê de girtin. Gelek nûçegîhan hatin binçavkirin. Têkildarî binçavkirina rojnamegeran de Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin li dijî êrişan berxwedana rojnameger û çapemeniya azad jî dewam dike.
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Êriş, zext, tundî û îşkenceya li dijî Rojnamegerên kurd û çapemeniya azad bê navber dewam dike. Li dijî êrişan berxwedana rojnameger û çapemeniya azad jî dewam dike. Îktidara ku bi bêtehemuliyeke mezin nêzî vê berxwedanê dibe dîsa bi ser malên rojnamegeran de girt û bi îşkenceyê gelek rojnameger kir bin çavan. Bi taybet piştî Zagona Sansurê bi dengên AKP-MHP'ê hat qebûlkirin şûnde biserdegirtina malên rojnamegeran, bal kişand. Rojnamegerên ku li dijî Zagona Sansurê serî netewandin, hatin binçavkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya derheqê rojnamegeran de, polîsan li Enqere, Wan, Stenbol, Amed, Riha, Mêrsîn û Mêrdînê bi awayekî hemwext bi ser malên gelek rojnamegeran de girtin. Di encama serdegirtinên malan de nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger hatin binçavkirin. Nûçegîhana JINNEWS'ê Derya Ren di çarçoveya lêpirsîneke din de hat binçavkirin. Her wiha Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA'yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar û Ceylan Şahînlî hatin binçavkirin.  
 
Di 16'ê Hezîranê de li Amedê dîsa 16 rojnameger hatin girtin. Tevî nêzî 4 meh qediyaye jî hîn idianameyên derbarê 16 rojnamegeran de nehatine amadekirin û bê sûc tên girtin. Ji ber ku rojnameger tenê karê xwe dikin, tên girtin. Bi êriş, binçavkirin, girtin, zext, îşkenceyê tê xwestin têkoşîna rojnamegeran bê sekinandin û pîşeya rojnamegeriyê bê krîmînalîzekirin. Bi kelepçeya berovajî îşkence li rojnamegerên hatin binçavkirin hat kirin û pitika 45 rojî ya Rojnamevan Zemo Aggoz ku li Enqereyê hat binçavkirin, jî birçî hat hiştin. 
 
Wekî her tim, em dîsa dubare dikin ku ew ê dengê rojnamegeran nikaribin bidin sekinandin. Ew ê bi polîtîkayên çewisandinê nikaribin bigihêjin armanca xwe. Ew ê çapemeniya azad li dijî van êrişana serî netewîne û têkoşîna xwe bidomîne. Wê rojnameger dev ji nivîsandina rastî û heqîqetê bernedin. Ew ê rojnamegerên jin tu carî gavê paşde neavêjin û pênûsa hevalên xwe li erdê nehêlin. "