Di serdegirtina malan de îşkenceya kelepçeya berovajî

  • 10:10 25 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de nûçegîhanên ajansa JINNEWS û ajansa Mezopotamyayê hatin binçavkirin. Hat hînbûn di serdegirtina malan de îşkenceya kelepçeya berovajî li rojnamegeran hatiye kirin. 
 
Li Enqereyê polîsan bi ser buroya Ajansa Mezopotamyayê de girt. Lêgerîna li buroyê didome. Di serdegirtina malan de nûçegihana MA'yê Zemo Aggoz hat binçavkirin. Her wiha polîsan bi ser gelek malên din de jî girtin û lêgerîn berdewam dike.
 
Di serdegirtina malan de îşkenceya kelepçeya berovajî 
 
Di dema binçavkirinê de rojnamevan ji pişt ve hatin kelemçekirin. Rojnamevan kêliyek dirêj li erdê ji pişt ve bi kelemçekirî hatin hiştin. Her wiha polîsan computerên rojnamevanan desteser kirin. 
 
Riha û Mêrdîn
 
Polîsan di çarçoveya lêpirsînê de avêt ser mala nûçegihanê MA’yê Emrullah Acar ê li Rihayê. Li malê lêgerîn hatin kirin û paşê Acar kirin binçavan. Her wiha polîsan avêt ser malbata Emrullah a li navçeya Kerborana Mêrdînê û gelek pirtûk desteserkirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de polîsan avêt ser mala nûçegihana JINNEWS’ê Oznur Deger a li navçeya Qosera Mêrdînê û wê binçav kirin. 
 
Polîsên tevgera taybet bi ser mala rojnameger Stêrk Sutçu û Şeydanur Akbulut de girtin polîsan derî şikandin û ketin hundur.
 
Polîs piştî lêgerînê ji malê veqetiyan.