Li du gundên girêdayî Geverê 'herêmên ewle'
- 09:59 25 Cotmeh 2022
- Rojane
COLEMÊRG - Ligel operasyonên leşkerî ku li gelek gund, gundik û zozanên Geverê hatin destpêkirin, li gundê Sorê û Zêvikan ên girêdayî naçeyê jî "herêmên ewle" hatin îlankirin.
Li gelekek gund, gundik û zozanên navçeya Gever a Colemêrgê operasyonên leşkerî hatin destpêkirin û li gundên Sorê û Zêvikan ên navçeyê jî ji bo 15 rojan "herêmên ewle" hatin îlankirin.
Herwiha tevgera helîlopterê ya ji duh êvarê de jî li ser herêmê berdewam dike.