ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2022'YAN

  • 09:00 25 Cotmeh 2022
  • Rojev
 
*Ji xizma girtiyan Sultan Yagmekan da zanîn ku li dijî binpêkirinên mafan yên girtîgehan hiqûq pêk nayê û li dijî vê  têkoşîna nobeta Edeletê didome. Sultanê banga piştgiriya nobetê kir. DÎMEN HEYE
 
*Endama Meclîsa Giştî û Hevseroka Têkiliyên Dervê ya PYD'ê Arîfe Bekîr li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk a li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê wiha got:"Armanca dewlata tirk ew e ku tevahî Kurdistanê dagir bike. Niha li Başûr, Rojava û li Bakurê Kurdistanê êrîş hene. Êrişên bi çekên kîmyewî jî sûcê şer û mirovahiyê ye." DÎMEN HEYE
 
 
* Jinên ku tevlî 8’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê bûn, diyar kirin ku li dijî qirkirina çand û hunerê mîhrîcanên bi vî rengî girîng in û gotin: “Ji bo ku civakekî tune bikin di serî de çand, ziman û dîrokê tunedikin. Li dijî vê qirkirinê divê em xwedî li dîrok, çand, huner û hunermendên xwe derkevin.” BI DÎMEN 
 
*Sekretera Baskê Hekîmtiya Malbatî ya Yekitiya Tabîbên Tirk, Dr. Sîbel Uyan da zanîn ku li Wanê jin di alî xwegîhandina xizmeta tenduristiyê de pirsgirêkên cidî dijîn û der barê çareseriya pirsgirêkan de jî balkişand ser girîngiya avakirina meclisên tenduristiyê. BI DÎMEN
 
*Berdevka Giştî ya SKM’ê Çîçek Otlu da zanîn ku bi dîmenan hatiye dîtin ku hikûmeta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne. Çîçekê helwesta tevgera çep a kekdar ku ev wek îdia nirxand jî rexne kir û got li dijî faşîzmê divê em ligel kesên têdikoşin cih bigirin. DİMEN HEYE