Dozger ji Hevşaredara Bisimilê re ceza xwest

  • 15:42 24 Cotmeh 2022
  • Hiqûq
 
AMED - Derbarê Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer a ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û ji pewirê girtin de,  dozger heta 30 salan cezayê girtîgehê xwest.
 
Derbarê Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer a ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û ji peywirê hat giritn de, bi îdaya ‘endama rêxistinê ye’ doz hatibû vekirin. Doz li Dadgeha Cezayê Giran a 11’emîn a Amedê hate kirin.Gulşen tevlî rûniştinê nebû. Parêzerên Gulşenê, Mehmet Emîn Aktar û Serhat Karaşîn tevlî rûniştinê bûn.
 
Dozger xwest ji 15 salan heta 30 salan cezayê girtîgehê li Gulşen were birîn.
 
Heyeta dadgehê ji bo ku parêzer parastina xwe amade bikin doz taloqî 6’ê Sibatê kir.