Zalîha Perk bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da

  • 15:10 24 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
RIHA - Zelîha Perk a ku nexweşa diyalîzê bû û ji bo kurê xw eyê girtî bibîne bi caran serlêdan kir, bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da.
 
Dayika girtiyê siyasî ku li Girtîgeha Sîlîvriye êt giritn Ebubekir Perk, Zelîha Perk jiyana xwe ji dest da. Zelîha ya ku nexweşa gurçikan bû û bi diyalîzê dihat dermankirin, ji bo kurê xwe yê girtî bibîne bi caran serlêdan kiribû lê bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da. 
 
Ebubekir Perk ê ku bi îdaya "endamtiya rêxisitnê hat girtin, piştî 8 salan di girtîgeha Tekîrdagê de ma di 2013'an de hat tahliyekirin. Ebûbekîr piştî ku hat darizandin 16 sal ceza lê hat birîn cezayê wî di 2017'an de hat erêkirin , di 2018'an de hat gitin û şandin Girtîgeha Kocaeliyê. Ebûberkir ê ku 4 sale jî li Girtîgeha Sîlîvriyê dimîne, dayika wî Zelîha Park ji ber nexweşiya xwe 6 sal bû nikaribû biçûna hevdîtina  kurê xwe. 
 
Zelîha ji bo ku kurê wê bînin Rihayê bi caran daxwazname da hemû hewldanên wê bê encam man û di 22'yê Cotmehê de ji ber nexweşiya xwe jiyana xwe ji dest da.  Ji bo Zelîhayê li navenda Hîvanê li taxa Yenî Mahale şîn hat danîn. Hat diyarkirin ku ji bo Ebubekir du saetan bê Şîna dayika xwe ji malbata wî 45 Hezar TL pere hatiye xwestin. Ji ber lêçûna zêde ku ji Ebûbekir re ji alyê cendirmeyan ve hat derxistin hat diyarkirin ku Ebûbekir serdana şîna dayika xwe red kiriye.