Ji Girtîgeha Tarsûsê du girtiyên jin hatin sirgûnkirin

  • 14:49 24 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
MÊRSÎN - Hat diyarkirin ku Hatîce Kaymak û Kumrî Tokay ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tarsûsê girtî ne, sirgûnî girtîgehên cuda hatine kirin.
 
Hat ragihandin ku Hatîce Kaymak û Kumrî Tokay ên li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê ya Mêrsînê diman bi hincetên keyfî sirgûnî girtîgehên cuda hatine kirin.
 
Hate diyarkirin ku girtî Hatîce Kaymak sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Alanyayê û Kumrî Tokay jî sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyana Kayserî hatiye kirin.