Pankarta malbata şenyaşar hat desteserkirin

  • 13:34 24 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
RIHA - Zabiteyên Şaredariya Rihayê pankarta Malbata Şenyaşar desteser kirin. Polîsên li ber edliyê ji malbatê re diyar kirin ku dozger ji pankart aciz bûye û gotin, “Hûnê sibê dîsa daliqînin.” 
 
Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 595’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber nexweş bû nehat ber edliyeyê ûy li mala xwe ya li Pirsûsê nobeda xwe domand. Ferît Şenyaşar wek her roj hat ber Edliyeya Rihayê û bi bariyerên beton ve pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” daliqand û dest bi nobedê kir. 
 
Cihê ku malbat lê nobedê digire ewilî ji aliyê polîsan ve bi bariyerên hesin hatibû dorpêçkirin û li ser bertekan vê carê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê qad veguherandibû otoparkê. Îro zabiteyên şaedariya AKP’yî, pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” rakirin û birin. 
 
Ferît Şenyaşar bertek nîşanî zabiteyan da. Polîsên li ber edliyeyê ji Ferît Şenyaşar re diyar kirin ku dozger ji pankart aciz bûye û gotin, “Îro pankartê daneleqînin, hûn ê sibê dîsa daliqînin.” 
 
Ferît Şenyaşar ji bo nerazîbûn nîşan bide pankartê wêneyê bavê wî Esvet Şenyaşar û birayên xwe Adil û Celal ên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatibûn qetilkirin li serê bû, bi bariyeran ve daliqand. Şenyaşar bertek nîşanî zabiteyan da û destnîşan kir ku zabite bêyî ku tu hişyarekê bikin hatine pankartê wan desteser kirine û dizine. Şenyaşar diyar kir ku ew ê vê yekê qebûl nekin û yên ku ji pankartê aciz in bila neyên li hundi van avahiyan rûnenên û bila edaletê bicih bînin û ew ê jî biçin mala xwe.