Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê mamosteyan çalakiyê rûniştinê li dar xistin

  • 11:52 24 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Mamosteyan li dijî qetilkirin, êriş û zilma Rejîma Îranê tevlî dersê nebûn û çalakiya rûniştinê li dar xistin. Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê çalakî didomin. 
 
Çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî ya 22 salî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kirin berdewam dikin, hêzên Rejîma Îranê bi awayekî tund mudaxaleyî xwepêşandanên nerazîbûnê yên gel dike. Gelên ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê daketin kolanan, qetilkirin û girtina xwendekaran şermezar kirin. Li bajarên Merîwan, Sinê, Kamyaran, Bane, Seqiz, Ciwanro, Kirmaşan, Hemedan, Mehabad, Tahran, Bandar Enzelî, Lahîjan, Neishabor, Mianderod û Şîrazê xwedevanan duh jî neçûn dibistanê.
 
'Dibistan ne barageh in'
 
Lijneya Koordînasyona Sendîkayên Mamosteyan jî hefteya derbas bûyî bang li hemû mamosteyan kirin ku tevlî grevê bibin. Di bangê de hat xwestin ku mamoste biçin dibistanên xwe, lê tevlî dersan nebin. Ji malbatan jî hat xwestin ku 2 rojan zarokên xwe neşînin dibistanê. Mamosteyên ku guh dan banga hat kirin, çûn dibistanê lê tevlî dersan nebûn. Duh mamostayan bi xwendekaran re çalakiya rûniştinê li dar xistin û êrîşên hêzên rejîmê şermezar kirin. Mamosteyên ku diyar kirin dibistanan ji aliyê hêzên rejîmê ve ji garzînoyan re hatine veguherandin, di çalakiya rûniştiyê ya pêk anîn, pankartên bi nivîsên "Divê mamosteyên hatine girtin bên berdan", "Dibistan ne baregeh e", "Li girtîgehê ji mamosteyan re cih nîne" û "Li girtîgehê ji xwendevanan re cih nîne” hatin hilgirtin.
 
Ji xwendevanan dirûşmên 'azadî'
 
Ji derveyî mamosteyan xwendevanan jî li gelek bajarên Îranê çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de gelek caran dirûşma "azadî" hat berzkirin. Gel zextên hêzên rejîmê ya li ser jinan û qanûnên destlihatdariyê şermezar kirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, xwendevanan li Sinê, Mehabad, Merîwanê û gelek bajaran çalakî li dar xistin. Di nava agahiyan de cih digire ku li bajarê Sinê hezên rejîme ji gel re guleyên rast reşandiye.