‘Şertên şer sûcê nefretê derdixe holê’

  • 09:04 24 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Derûnas Dîlan Yilmaz da zanîn ku di zêdebûna şîdet û pêkhatina rêbazên DAIŞ’ê de zimanê desthilatdarî û çapemeniyê bi bandor e. Dîlanê bal kişand ser perwerdeya zayenda civakî û çavkaniyên nûçeyên rast. 
 
Şîdeta mêr roj bi roj zêde dibe û jin û zarok bi rêbazên DAIŞ’ê tên qetilkirin. Li Stenbolê mêrê bi navê Alî Sayan serê dayika xwe Fatma Sayan bi kêrê jêkir, li Dîlokê zaroka 3 salî bi îşkenceyê hat qetilkirin û cenaze di cemedankê de hatibû dîtin. Ji Komeleya Derûnasên Ji bo Piştevaniya Civakî (TODAP) Psîkolog Dîlan Yilmaz der barê mijarê de axivî û got zimanê nefretê, şer û krîza aborî şîdetê rewa dike.
 
‘Ziman şîdetê rewa dike’
 
Dîlanê da zanîn ku ziman şîdetê rewa dike û wiha vegot: “Guherîna rêbaza şîdetê nîşaneya ku şîdet çiqas di civakê de mayînde bûye.  Bandora zimanê çapemenî û şîdetê li ser civakê zêde ye. Em wek mînak şîdeta li ser penaberan nîşan bidin. Tehemula mirovan li hember hev nemaye. Li şûna tiştên jê nerehetin bînin ziman serî li şîdetê didin. Temenê navîn di bin bandora rêzefîlmên televîzyonan tên. Di rêzefîlman de şîdet tê normalkirin. Jin bi kesên ku şîdetê dibînin re tên zewicandin. Rizgariya jinê wek mêr tê nîşandan. Mirov vê rol model digirin. Zarok jî rolên zayenda civakî ji malbatê mînak digirin û kesên baş nayên gîhandin.”
 
Di çapemeniya dîjîtal de şîdet
 
Dîlanê bal kişand ser zimanê nûçeyan û ev tişt bi lêv kir: “Bi taybet zimanekî ku jinan biçûk dixîne û sûcdar nîşan dide tê bikaranîn. Di sernavên nûçeyan de şîdet ji nû ve tê hilberandin. Mêr ji ber van nûçeyan şîdetê pêk tînin. Zarok çapemeniya dîjîtal bi kar tînin. Şîdet li ser zarokan travmasyonê dide jiyîn. Di çapemeniya civakî de divê dîmenên naveroka wê şîdet e neyê parvekirin.”
 
Rola krîza aborî û şer
 
Dîlanê bal kişand ser bandora krîza şer a li ser şîdetê û wiha daxuyand: “Mirov hefteyê 7 rojan jî bixebitin divê debara xwe bikin. Bi taybet jin di pandemiyê de her tim li malê bûn û karê malê li ser milê wan bû. Bi şîdeta mêr re hatin rû hev. Yek ji sedema krîza aborî şer e. Têkiliya şer û şîdeta mêr bi hev heye. Tiştê ku mafan û gelan tune dihesibîne zimanê nefretê ye. Ev ne fikr e ev sûc e. Êrîşa li hember penaber û LGBT’iyan şîdetê rewa dike. Gelek çavkaniyên nûçeyan yên qirêj hene. Mirov vê baş lêkolîn nakin.”
 
‘Afirandina nefretê bû rêbaza desthilatdariyê’
 
Dîlanê bi lêv kir ku afirandina nefretê bû rêbaza desthilatdariyêxwe û wiha domand: “Zimanê nefretê li hember Kurdan zêde ye. Malbatên Kurd ji ber bi zimanê xwe perwerdeyê nagirin li nexweşxaneyan mahkûmê mirinê tên kirin. Jin li her derê dibin hedefa şîdetê. Pergala serdest a mêr hem jin hem mêran binpê dike. Yên şîdetê dikin mêr in lê heta ev pergal hebe wê mêr di vê pergalê de bê xwedîkirin. Bi mînakan û normalkirinan ev pêvajo didome.  Girtî li girtîgehan wek hêza kar tên bikaranîn. Afirandina nefretê ji aliyê desthilatdariyê ve wek rêbaz tê bikaranîn.”
 
Dîlanê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya perwerdeya zayenda civakî û got: “Zarok dema diçe malê perwerdeyê ji bav digire. Divê di temenê biçûk de em bikevin tevgerê. Divê di vê mijarê de hişmendî hebe. Ji bilî vê divê em bi çavkaniyê nûçeyên rast re bikevin piştevaniyê. Divê perwerdeya zayenda civakî bê dayin.”