'Li hember qirkirin û talanan, bêdengî şîrîkatî ye'

  • 09:01 24 Cotmeh 2022
  • Rojane
Medya Uren
 
NAVENDA NUÇEYAN - Ednama Navenda Lêkolînê ya Jinolojiyê Şoxan Mîrza di derbarê êrişên dagirkeriyê yên li ser herêma kurdan tên meşandin û bîlançoya van şeran nirxandin kir. Şoxan got: “Ji bo bêmirovkirina Kurdistanê û xistina di bin tekelê xwe de dewleta dagirker, Tirkiye hemû rêbazan rewa dibîne. Li dijî Gerîlayên Azadiyê çekên kîmyewî bi kar tîne û bandorê li xweza û hebûna kurdan dike. Bê guman e ku bêdengiya heyî yekîtiya hêzên din nîşanî me dide. PDK, hikumeta Iraqê û hêzên navneteweyî bi eşkerahî piştgirîyê didin talan û qetlîama heyî.”
 
Artêşa dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê ji meha Nîsanê ve li ser herêmên parastina medyayê êrişek giran dide meşandin. Artêşa dewleta tirk di her alî de sûcên şer dike. Ji bikaranîna çekên kîmyewî heyanî xistina nava metirsiyê ya jiyana niştecihan hemû rêbazên qedexe ne hatin bikaranîn. Ev jî bû sedema bîlançoyên giran. Jîngeh, xweza û mirov ji van şeran bi bandor bûn. Têkildarî van êrişên dagirkeriyê û bîlançoya ku bi xwe re ava kiriye endama jinolojiyê Şoxan Mîrza bi ajansa me re axivî.
 
‘Ji bo bêmirovkirina Kurdistanê her rêbazê bi kar tînin’
 
Şoxan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser armancên dagirkeran û wiha diyar kir: "Bê guman li devera ku şer hebe wê bi xwe re zireran jî biafirîne. Lewra şerên dagirkeriyê wê bandorê li hemû niştecihan û li gel jî bike. Em kurd jî xwedî gelek dijminan in. Her ku em destketiyan bi dest dixin jî dijminên me li hemberî me dibin yek. Ev hemû jî bi bername pêk tên. Bi taybetî jî dewleta tirk demên dirêj in destdirêjîyê li her çar parçe axa me dike. Çi bi awayê fîzîkî, derûnî û êrişên taybet bin hewl didin destkeftiyên kurdan ji dest derbixin. Di dawiya salekê de êrişên di sînoran de hatin zêdekirin. Di deman demê de li ser gelê Başûr jî polîtîkayên taybet ên cur bi cûr dane meşandin. Yek ji van polîtîkayan jî bêmirovkirina Kurdistanê ye. Tê zanîn di encama berdêlên mezin de Başûr nîvçe jî be xweseriya xwe girt. Ji bo Kurdan hemûyan ev cihekî ewlehî û aramiyê bû. Lê belê li dijî vê, ji bo kurd axa xwe weke cihekî ewle nebînin êrişên qirêj dikin. Gel êdî hewl dide ji Başûrê Kurdistanê jî koçber bibin. Di çarçoveya van polîtîkayan de êrişî gerîlayên ku weke astengiya herî mezin dibîne, dikin. Ev rewşeke pir çewt e. Sucên şer tên kirin û gerîla têne kîmyabarankirin. Çekên di asta navneteweyî de hatine qedexekirin di vî şerî de tê bikaranîn.”
 
‘Kîmyabaran asta herî jor a şer e’
 
Şoxan dîyar kir ku her diçe bilançoya şer giran dibe û wiha qal kir: " Weke me diyar kir yek û yek kîmyabaranê li ser gerîlayên azadiyê dikin lê belê bi wê re hebûna me dikin armanc. Ji ber ax, xweza, jîngeh û hemû zindî ji vê kîmyabaranê bi bandor dibin. Em dibînin li gel kîmyayê dibarînin, daran jê dikin û daristanên Kurdistanê talan dikin. Ev hemû jî girêdayî hev in. Li her deverê Kurdistanê, cihê ku nikarin bikevinê van êrişana dikin. Gundên li derdora herêmên parastina medyayê û gundên derdor jî hatin valakirin. Li gel vê zirarên mezin ên ekolojî, aborî, civakî û derûnî jî dan. Gundî ber bi bajaran ve koç dikin. Rez û bax têne şewitandin. Daristanên derdorê têne şewitandin. Kîmyabaran dikin û ji bo carek din lê neyê jiyîn ewlehîyê digirin. Gef li gel tên xwarin. Ango kes nikare bi awayekî azad di nav gundê xwe de bigere.”
 
‘Qetilkirina jinan rêbaza tasfiyekirina têkoşînê ye’
 
Şoxan qetilkirina azadîxwazan nirxand û got: "Li çiyan ev bûyer diqewimin û di nava bajar de jî bi sernavên 'terorê' hemû kesên azadîxwaz tên tewanbarkirin. Ji Bakur heyanî Başûrê Kurdistanê bi sedan siyasetmedar, rewşenbîr hatin girtin an jî bi eşkerahî hatin qetilkirin. Lê belê li nava bajêr ew bi awayekî terorî qetlîaman dikin. Herî dawî rêhevala me Nagîhan Akarsel bi 11 guleyan hatin qetilkirin. Ev bi awayekî bernamekirî pêk hat. Ji ber Nagîhan kesek zane û xwedî tecrube bû. Ji bo nifşê nû bi vê zanistiya xwe ronî bike tim di nav hewldanê de bû. Lewra xwestin li dijî jina kurd, li dijî kurdan bi xwe suîkastek a tasfiyekirinê pêk bînin. Niha li Bakurê Kurdistanê bi sedan jinên siyasetmedar ên kurd di şert û mercên giran ên tecrîdê de têne girtin. Êdî ev êrişên bêdengkirin û tasfiyekirinê têne berfirehkirin. Jinên kurd bi fikra azadiyê têkoşînê didin û ji bo civaka kurd dibin pêşeng. Armanca sereke ya desthilatdaran jî bê guman li dijî vê dibin jin. Naxwazin zimanê xwe, çanda xwe, hebûna xwe biparêzin.”
 
‘Divê em ji êrişan re nebin rêvekir’
 
Şoxan bi lêv kir dema êrişên dewleta tirk ên li Başûr were qalkirin pêwîst e bê guman qala hevkariya PDK’ê jî were kirin. Şoxan wiha berdewam kir: "Ji ber ev bê piştgirî pêk nayên. Demên dirêj in MÎT li Başûrê Kurdistanê, li her bajarê wê xwe berfireh dike. Lê belê di demên dawî de bi eşkerahî digerin û dikarin bi piştgermî sûîkastên dixwazin, bikin. Mixabin hikumeta Iraqê jî di vê mijarê de bê bandor dimîne. Herçiqasî Iraq û Başûrê Kurdistanê xweseriya xwe îlan kiribin jî nikarin xwe ji hêzên derve biparêzin. Lewra ev hêzana bi her awayî destdirêjîyê li axa me dikin. Heya niha helwesta xwe ya li dijî destdirêjiya Tirkiyeyê neanîne ziman. Lewra dewletên navneteweyî jî li hember van bûyeran bêdengiya xwe diparêze. Lê belê divê hêviya me ne ji derdorê be, divê em bi xwe axa xwe biparêzin. Divê em ji bo êrişên wan nebin rêvekir. Divê li ser bernameyên ku ji bo Kurdistanê tên tekûzkirin em şiyar bin û berteka xwe vekirî nîşan bidin."
 
‘Ji bo azadiyê jin pêşengtiyê dikin’
 
Şoxan herî dawî ev gotin kir:" Jin bi felsefeya birêz Abdullah Ocalan a ‘jina azad, civaka azad e’ bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ji têkoşîna azadiya Kurdistanê, azadiya Rojhhilata Navîn re pêşengtiyê dikin. Gotina birêz Abdullah Ocalan a dibê wê sedsala 21’emîn bibe sedsala jinê, pêk tê. Jin li her çar parçeyên Kurdistanê pêşengtiya yekitî, azadî û serkeftina domdar dikin. Rojava, Rojhilat ji bo vê nimûne ye. Bê guman di vê zanabûnê de desthilatdar êriş dikin. Her ku bixwazin bi zextan û gefên qirkirinê jinan bêdeng bikin jî pêla têkoşîna jinan bilind dibe."