ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2022'YAN

  • 09:00 24 Cotmeh 2022
  • Rojev
 
* Li gundê Berdoyê ya Silopiyayê jinên ku li zeviyan fistiqên axê kom dikin, destnîşan kirin ku ew tevî zehmetiya karê xwe bi heqrojeke erzan tên xebitandin. DÎMEN HEYE
 
* Ednama Navenda Lêkolînê ya Jinolojiyê Şoxan Mîrza di derbarê êrişên dagirkeriyê yên li ser herêma kurdan tên meşandin û bîlançoya van şeran nirxandin kir. Şoxan got: “Ji bo bêmirovkirina Kurdistanê û xistina di bin tekelê xwe de dewleta dagirker, Tirkiye hemû rêbazan rewa dibîne. Li dijî Gerîlayên Azadiyê çekên kîmyewî bi kar tîne û bandorê li xweza û hebûna kurdan dike. Bê guman e ku bêdengiya heyî yekîtiya hêzên din nîşanî me dide. PDK, hikumeta Iraqê û hêzên navneteweyî bi eşkerahî piştgirîyê didin talan û qetlîama heyî.”
DÎMEN HEYE
 
*Derûnas Dîlan Yilmaz da zanîn ku di zêdebûna şîdet û pêkhatina rêbazên DAIŞ’ê de zimanê desthilatdarî û çapemeniyê bi bandor e. Dîlanê bal kişand ser perwerdeya zayenda civakî û çavkaniyên nûçeyên rast. DÎMEN HEYE
 
*Ji Fakulteya Ragîhanê ya Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Bedriye Poyraz Qanûna Sansurê nirxand û got: “Li gorî nêzîkatiya lîberal a em rexne dikin û naecibînin jî rojnameger ne li dijî hikûmet û dewletê li dijî gel berpirs e. Wesfa bûyîna hêza çarem jî ji vir tê. Divê berxwedan, serhildan hebe.” DÎMEN HEYE