Bang li Wezîrê Edaletê kir: Dayik edaletê dixwaze

  • 11:42 23 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
RIHA - Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome. Malbatê bang li Wezareta Edaletê kir û wiha got: “Dayik ne li benda merhemeta we ye. Tenê ji bo kurê xwe yê girtî û komkujiya li nexwexaneyê edaletê dixwaze.” 
 
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 594’an de berdewam kir. Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye nayê vekirin, malbatê nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand. 
 
Têkildarî mijarê malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî hesabê Wezareta Edaletê etîket kir û ev peyam da: “Edaleta dereng tê, edalet nîne. Kesên daxwaza edaletê dikin zêde nedin sekinandin... Miameleya hiqûqî, yek ji şertên dewletbûnê ne. Dayik li benda merhemeta we nîne. Tenê ji bo kurê xwe yê girtî û komkujiya li nexweşxaneyê edaletê dixwaze.”