Li Qibrisê bikaranîna çekên kimyewî protesto kirin

  • 10:43 23 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
QIBRIS - Bertekên li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Li bajarê Lîmosol ê Qibrisê endamên Navenda Çanda Kurd a Qibrisê Theophilos û bi sedan kes ji ber avahiyA saziyê heta ber avahiya Şaredariya Lîmosolê meşiyan.
 
Di meşê de posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên şervanên YJA STAR û HPG’ê û yên ku di êrîşa kîmyewî ya 9’ê Cotmeha 2019’an de li Serêkaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êrîşa kîmyewî ya Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn hatin hilgirtin.
 
Di meşê de dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Faşîst Tirkiye", "Bijî berxwedana gelê Kurd" û "Bijî berxwedana gerîla" hatin berzkirin.