'Em ê berxwedana xwe li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dewam bikin'

  • 09:04 23 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
Hêlîn Asmîn
 
QAMIŞLO - Jinan bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan û gotin: ''Bi çekên kîmyewî niha zarokên me tên qetilkirin. Ji ber gerîla zarokê me ne, zarokê vî gelî ne. Wê qîrîna me bigihêje Çiyayê Kurdistanê. Em ê bi yek rihî berxwedana xwe li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dewam bikin.''
 
Êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên herêma parastina medyayê ku di 17'ê Nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dest pê kiribûn ev 6 meh in bênavber didomin. Wek tê zanîn bi dehan caran HPG'ê di daxuyaniyên xwe de diyar kirin ku çekên kîmyewî tên bikaranîn. Herî dawî jî di 17'ê Cotmehê de 17 gerîlayên HPG û YJA STAR'ê bi êrişa çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan. Kurd û dostên kurdan li dijî bikaranîna çekên kîmyewî daketin qadan û li dijî bikaranîna çekên kîmyewî çalakî li dar xistin. Hevseroka Saziya Malbata Şehîdan a Herêma Cizîrê Selma Xelîl û Endama Saziya Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Eqiye Omer derbarê mijarê de axivîn. 
 
'Cîhan tevahî bêdeng e'
 
Hevseroka Saziya Malbata Şehîdan a Herêma Cizîrê Selma Xelîl bikaranîna çekên kîmyewî yên li çiyayên Kurdistanê şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: ''Ez destpêkê ji bo Malbata Şehîdan sersaxiyê dixwazim û tevahî Şehîdên ku li çiyayên Kurdistanê Şehîd bûne bi bîr tînim. Bi taybet êrîşên dewleta tirk ên li ser çiyayên Kurdistanê ne cara yekem e. Lê vê dema dawiyê êrîşên xwe yên herî giran dide meşandin. Ez wekî dayikekê van êrîşan şermezar dikim. Dewlata tirk a dagirker bi hemû hêza xwe êrişî gerîlayê azadiyê dike. Lê cîhan tevahî bêdeng e. Ev bêdengî dide diyarkirin ku dewletên navneteweyî şirîkê vê qatliyamê ne. Ger hêzên navneteweyî ne şirîkê dewleta tirk in bila helwesta xwe bidin diyarkirin. Ez bêdengiya dewletên navneteweyî şermezar dikim. Bila hêzên navneteweyî û ew saziyên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin bizanibin tu carî dayikên kurd dest ji berxwedana xwe bernadan. Em ê her tim li qadan bin."
 
'Bêdeng nemînin'
 
Selmayê bal kişand ser êrîşen dewleta tirk û wiha got:" Tevahî cîhan dizane dewleta tirk ne cara yekê ye van çekan bi kar tîne. Ji roja êrîşên herêma parastina medyayê heta niha bi her şewazî êrîşên xwe dibe ser gerîla û gelê kurd. Di vî şerî de ya ku herî zêde piştgiriyê dide dewlata dagirker a tirk PDK ye. Ez ji Berzanî re dibêjim ger tu îro bi dewleta tirk re piştgirîyê bike li hemberî Kurdan şer bikey wê sibehê hevkarên te êrîşî te jî bikin, bila tu vêya bizanibî. Em wek Dayikên Kurd dibêjin yên ku destê wan di nava vê îxanetê de heye bila destên xwe jê bikêşin. Ji ber roj bê em ê hesab bipirsin. Civaka me civakêk berxwedêr e. Bes e ji îxaneta PDK'ê re. Bila tevahî  saziyên me yên mirovan dengê me bibîhîsin û li hember vê hovîtiyê bêdeng nemînin.''
 
'Em ê berxwedana xwe li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dewam bikin'
 
Endama Saziya Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Eqiye Omer bertekên xwe li hember bikaranîna çekên kîmyewî nîşan da û ev tiş anîn zîman: ''Di dîrokê de heta niha me her tim navê Hîtler bihîst, lê Erdogan îro ji Hîtler zêdetir komkujî pêk anîn. Erdogan cara yekem e çekên kimyewî bi kar nayne, berî vê jî li Serê Kaniyê û Efrînê bi kar anibûn. Tiştê ku dewleta tirk dike heta niha kesekî nekiriye. Lê cîhan disa bêdeng e. Em wek dayik dipirsin çima li hember van hovîtiyana hûn bêdeng in. Di cîhanê tevahî de çekên kimyewî qedexe ne. Lê Tirkiye bi kar tîne û PDK jî hevkariyê dike. Cîhan hemû li hember tecrîda girankirî, li hember şerê li Başûrê Kurdistanê tê meşandin û li hember çekên kimyewî bêdeng e. Heta deyikek kurd hebe wê kurd li ser lingan bin. Tevahî cîhan bila dengê me bibîhîse em bêdeng namînin ji ber ên ku li çiyayên Kurdistanê Şehîd dikevin zarokê me ne. Gerîla hêviya hemû gelan e heta gerîla hebin em ê jî hebin. Dewleta tirk dewletek dagirker e, em nahêlin axa me dagir bike. Em binerîn Efrîn dagir kirin û hovîtiya herî mezin li wir didin jiyandin. Em ê heta dawiyê bi gerîlayên xwe re bin. Wê qêrîna me bigihêje çiyayê Kurdistanê. Em ê bi yek rihî berxwedana xwe ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dewam bikin. Em ê ji dewleta tirk û Erdogan hesab bipirsin. Bangewaziya min ji tevahî jin û gelê kurd re ew e ku xwedî li gerila derbikevin, vê hovîtiyê qebûl nekin.''