‘Yen bêdeng hevkarên sûc in’

  • 09:03 23 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
WAN - Jinan li dijî êrişên Tirkiyeyê ku bi çekên kîmyewî li başurê Kurdistanê pêk anî bertek nîşan dan û wiha balkişandin ser rola PDK’ê ya di êrişê de: “Ev şerê pêk hatiye ku bi destê kurdan hatiye kirin, bi alîkariya wan hatiye kirin sûcê mirovahiyê ye û kesên bêdeng dimînin jî hevkarên vî sûcî ne.”
 
Tirkiyeyê bi piştgiriya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) li hember herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ya li Başurê Kurdistanê bi çekên kîmyewî êriş pêk anîbû û 17 endamên HPG û YJA STAR’ê hatin qetilkirin. Der barê bikaranîna çekên kîmyewî de ji her alî bertek tên nîşandan û tê diyarkirin ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye.
 
Li Wanê jî welatiyan der barê bikaranîna çekên kîmyewî de bertekên xwe anîn ziman.
 
‘Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e’
 
Ulku Duzgun destnîşan kir ku li vî welatî azadiya fikr û ramanê jî tune û nêrînên xwe yên der barê şer de wiha bi lêv kir: “Li vî welatî kes xwe rehet îfade nake. Polîtîkayên şer bandor li jiyana aborî û ekolojîk jî dibe. Şer bandorek mezin li ser jiyana me dike. Bikaranîna çekên kîmyewî sûcekî mezine. Zirarek mezin dide ekolojiyê. Dema ekolojî biqede jiyana mirovan jî diqede. Sûcê herî mezin yê şer çekên kîmyewîne. Çekên kîmyewî mirovan, sewalan û xwezayê dikuje. Tevî bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ne jî Tirkiye van bikar tîne. Wek gelek tiştî vê jî piştguh dikin. Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e. Lê bikar tînin. Mirov ji ber vê dimrin. Divê bi awayekî pêşî li vê bê girtin.”
 
 
‘Desthilatdarî berpirse’
 
Rumeysa Ergînyurek jî berteka xwe ya li hember bikaranîna çekên kîmyewî wiha bi lêv kir: “Desthilatdarî ji kesên mirine berpirs e. Hem temaşe dike hem dikuje. Em wê hildibijêrin em vê li xwe dikin. Ger em piştgiriyê nedin desthilatdariyê wê ev tişt nehatiba jiyîn. Em xwe bixwe dikujin.”
 
 
‘Cîhan bêdeng e’
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Şukran Şen jî  diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewê sûcê mirovahiyê ye û divê tu kes li dijî vê bêdeng nemîne û wiha daxuyand: “Cîhana ku li dijî çekên kîmyewî dengê xwe bilind dike li hember qetilkirina 17 HPG’iyan bêdeng e. Ev bi hevkariya PDK’ê tê kirin.  Em vê qebûl nakin. Yên bêdeng hevkarên sûc in. Tevî çekên kîmyewî qedexene li hember kurdan tê bikaranîn. Ev ji dîmenên di çapemeniya dîjîtal de hatine weşandin baş tê dîtin. Qetilkirina ciwanên kurd sûc e. Bêdengî jî sûcê herî mezine.”