ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2022'YAN

  • 09:00 23 Cotmeh 2022
  • Rojev
 
*Rol û misyoneke girîng a medyayê heye. Li gel vêya jî peywirên wê yên girîng. Li gor rapora McBride ya UNESCO'yê jî dema em peywir û karê medyayê rêz dikin di serî de peywira "bidestxistina nûçe û agahiyan" derdikeve pêşberî me. Di heman demê de jî divê em ji bîr nekin medya hêmaneke girîng a beralîvkirina civakê ye. Lê belê sîstem û îktidara niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê piraniya medyayê kiriye bin kontrola xwe û tu qada demokratîk a "bidestxistina nûçe û agahiyan" nehiştiye.  MEDYA KRÎTÎK 
 
* Esnafên jin ên Amedê derbarê qeyrana aborî de nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Sedema vê qeyranê şerê ku tê kirine. Heta ku ev îqtîdar neçe ev qeyran jî dê wisa bidome." BI DÎMEN 
 
*Jinan li dijî êrişên Tirkiyeyê ku bi çekên kîmyewî li başurê Kurdistanê pêk anî bertek nîşan dan û wiha balkişandin ser rola PDK’ê ya di êrişê de: “Ev şerê pêk hatiye ku bi destê kurdan hatiye kirin, bi alîkariya wan hatiye kirin sûcê mirovahiyê ye û kesên bêdeng dimînin jî hevkarên vî sûcî ne.” BI DÎMEN
 
* Jinan bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan û gotin: ''Bi çekên kîmyewî niha zarokên me tên qetilkirin. Ji ber gerîla zarokê me ne, zarokê vî gelî ne. Wê qîrîna me bigihêje Çiyayê Kurdistanê. Em ê bi yek rihî berxwedana xwe li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dewam bikin.'' BI DÎMEN
 
*Dayika Ferhat Guneş ku yek ji kesên di êrîşa çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dabû, Çîgdem Guneş da zanîn ku destê PDK’ê di xwîna zarokên wan de ye û got: “Riya kurê min şeref, namûs û serkeftin e. Ji bo vê serbilind im. Divê her kes li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dengê xwe bilind bike.” DÎMEN HEYE
 
*Leyla Ete ku keça wê Kevser Ete(Helbest Koçerîn) li herêma Avaşînê di encama êrîşên çekên kimyewî de hate qetîlkirin, destnîşan kir ku Helbest navê wêrekî û moralê bû. Leyla, got: “Helbest, di oxira axa Kurdîstanê de şehîd bû û şehîda hemû Kurdîstanê ye. Divê doz û tola wan li erde nemîne.” DÎMEN HEYE