Ji bo Amara Ronahî mewlûd hat dayin
- 16:06 22 Cotmeh 2022
- Rojane
DÊRSIM - Ji bo Gamze Laçin (Amara Ronahî) ya di êrişên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayin.
Bi êrişên li ser Başûrê Kurdistanê yên bi hevkariya PDK û Tirkiyeyê di 22'yê Tebaxê de Fermandara YJA Star'ê Gamze Laçin (Amara Ronahî) jiyana xwe ji dest dabû. Li maleke li Dêrsimê ji bo Amara Ronahî mewlûd hat dayin. MEBYA-DER, DBP, HDP, DAD beşdarî mewlûdê bûn.