Selma Gurkan: Êrişên kîmyewî sûcekî giran e

  • 14:39 22 Cotmeh 2022
  • Ramyarî
 
STENBOL - Cîgira Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan diyar kir ku êrişên bi çekên kîmyewî sûcekî giran e û got: "Divê heyetên serbixwe li ser êrişên kîmyewî lêkolînan bikin.”
 
Cîgira Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, têkildarî êrişên bi çekên kîmyewî daxuyaniyek nivîskî da.
 
Selma bertek nîşanî desthilatdariyê da û diyar kir ku li şûna lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî bikin, gefan dixwin. Selma, diyar kir ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li şûna îdiayan lêkolîn bike, gef li Şebnem Korur Fincanci û kesên ku bikaranîna çekên kîmyewî dixe rojevê, dixwe û got: “Lê li hemberî van îdayan tişta pêwîst diyar e. Divê heyetên serbixwe lêkolîn bikin, encamên van bi raya giştî re parvekirin û pirsên têkldarî vê bêbersiv nemînin. 'Çekên kîmyewî’ li gorî peymana hiqûqa navneteweyî û dewletan sûcekî giran e. “
 
Selma dubare kir ku divê heyetên serbixwe li ser bikaranîna çekên kîmyewî lêkolînê bikin û encamên lêkolînan bi raya giştî re were  parvekirin.