Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dewam dike

  • 12:49 22 Cotmeh 2022
  • Rojane
RIHA - Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyşar didome. Di nobedê de hat gotin:"Kesên daxwaza dayikê paşguh dikin wê di nav rûpelên tarî yên dîrokê de cihê xwe bigirin."
 
Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê di roja 593’yemîn de didomîne ev peyam parve kir: “Li Rihayê dayikek ji bo jiyaneke adil li ber xwe dide. Kesên daxwaza dayikê paşguh dikin wê di nav rûpelên tarî yên dîrokê de cihê xwe bigirin.”
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê daye dest pê kirin di roja 593’yemîn de berdewam dike. Malbat, ji ber dawiya hefteyê edliye girtî ye çalakiya xwe ya nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.
 
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal hesaba Wezareta Dadê etîket kir û ev peyam parve kir: “Li Rihayê dayikek ji bo jiyaneke adil li ber xwe dide. Kesên daxwaza dayikê paşguh dikin wê di nav rûpelên tarî yên dîrokê de cihê xwe bigirin.”