Êrişên bi çekên kîmyewî li Lînzê hat şermezarkirin

  • 11:34 22 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurd û dostên wan ên li Lînzê êrîşên çekên kîmyewî bi çalakiya ku li dar xistin, şermezar kirin.
 
Li bajarê Lînzê yê Avûstûryayê Kurd û dostên gelê Kurd êrîşên bi çekên kîmyewî şermezar kirin. Çalakî ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Demokratîk û pêkhateyên Platforma Jinan a Rosayê hate lidarxistin.
 
Di çalakiyê de êrîşên ku dewleta tirk li qadên medyayê yên parastinê bi çekên kîmyewî dike, hate şermezarkirin. Mîra Anatettî li ser navê Platforma Jinan a Rosayê axivî û diyar kir dewleta tirk sûcê şer dike.
 
Mîra bal kişand ser rola PDK’ê ya ku hevkariya dewleta tirk dike û got “PDK dest danîbûnê ser maske û alavên hêzên gerîlayên PKK’ê. Vê polîtîkaya PDK’ê ya yekalî ku hevkariya dewleta tirk dike, wê di dema dirêj de xisarê bide wê.”
 
Saziyên ku tevlî çalakiyê bûn diyar kirin welatên rojava yên ku çekan difiroşin berpirsên êrîşên kîmyewî ne.