Tehliyeya Jiyan Ateş a girtî cara duduyan hat astengkirin

  • 10:26 22 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Jiyan Ateş a ku ev nêzî 10 salan e di girtîgehê de ye tevî ku înfaza wê temam bûye jî nayê tehliyekirin. Xwişka Jiyanê Îpek Ateş da zanîn ku 6 mehê din jî cezayê Jiyanê hatiye dirêjkirin. 
 
Jiyan Ateş a ku li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê girtiye bi iddiya "endamtiya rêxistinê" 12 sal û 9 meh ceza lê hatibû birîn û ev nêzî 10 salan e ku di girtîgehê de ye. Jiyan Ateş a ku ev nêzî 10 salan e di girtîgehê de ye tevî ku înfaza wê temam bûye jî nayê tehliyekirin. Ji ber biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê înfaza wê hat şewitandin. Jiyanê bi rêya telefonê ji xwişka xwe Îpek Ateş ragihand ku înfaza wê 6 mehê din jî hatiye taloqkirin. 
 
Îpekê da zanîn ku belasebe tehliyeya Jiyanê hatiye astengkirin û got Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê li gotina "Poşmanî heye yan tune ye" dinêre. Îpekê got diyar e ku biryareke ku li gor fermana hinek kesan e.