22'yê Cotmeha 2016'an: Welatiyên Kobanê ji bo Efrînê meşiyan
- 10:13 22 Cotmeh 2022
- Rojane
Li Kobanê bi hezaran kes ji bo Efrîn û Şehbayê rabûn ser piyan. Di meşê de êriş hatin şermezarkirin û serhildan hat silavkirin.
Hin bûyerên dîrokî ku di vê rojê de qewimî ne wiha ne:
1844: Şanogera Fransî Sarah Bernhardt hat dinê. Şanogeriya xwe ya li Ewropayê heya Amerîkayê anî.
2016: Li Kobanê bi hezaran kes ji bo Efrîn û Şehbayê rabûn ser piyan. Di meşê de êriş hatin şermezarkirin û serhildan hat silavkirin.
2016: Li hemberî Dakuka Kerkukê êrîşekî hewayî pêk hat. Di nav de zarok û jin heyî 15 kesî jiyana xwe ji dest da û 52 kes jî birîndar bûn.
2016: Tevgera li Dijî Nijadperestiyê ya Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê çûn serdana KJA'yê.
2017: Girtiyên jin ên Kandirayê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçibûnê kirin.
2018: Li Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê ji 111 parlamenteran tenê 36 jin hene.