31 hefte ye di Nobeda Edaletê de li ber xwe dide: Êdî bes e!

  • 14:46 21 Cotmeh 2022
  • Rojane
STENBOL - Dayikên ku li li ber Edliyeya Stenbolê 31 hefte ye di Nobeda Edaletê de ne, li gel hemû zext û binçavkirinan bi dirûşma  "Bijî berxwedana zindanan" li ber xwe ddin.
 
Nobeda Edaletê ya ku xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin dan destpêkirin di hefteya 31'emîn li ber Edliyeya Stenbolê berdewam kir.  Vê hefteyê dayika Yakup akman ê li Girtîgeha Sîlîvrî ya Hejmar 3 ya Tîpa F tê girtin  Fincê Akman û dayika Xemgîn Karakaş ê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F ya Afyonê hat kirin Xemgîn Karakaş Cemîle Karakaş tevli nobedê bûn. 
 
31 hefte ye heman hincet
 
Beriya çalakî dest pê bike polîsên ku dora edliyeyê girtin, piştî ku herdu dayik hatin ber edliyê dora wan girtin. Polîsan wekî her hefteyê vê hefteyê jî qedexeya Qeymeqamtiya Kagithaneyê ya çalakiyan kir hincet û gotin ku ew destûrê nadin çalalakiyê. Dayikên ku bertek nîşanî hincta polîsan dan, diyar kirin ku ew teên ji bo zarokên xwe dixwazin daxuyaniyê bidin. Polîsê ku kêşnadina dîmenan li rojnamegeran asteng kirin û ew ji qadê dûr xistin, dayik dorpêç kirin. 
 
Êdî bes e!
 
Ji dayikan Fincê Akman got, "Her hefte vê îşkenceyê li me dikin, em dibêjin êdî bes e." Fincê lê dijî îşkenceya polîsan a sîstematîk jî got, "Êdî bes e her roj zarokên me dimirin. Eqas polîs tên vêderê em mirov in, ji vê îşkenceyê re êdî bes e. Em tenê edaletê dixwazin."
 
Bi dirûşman li dijî îşkenceyê li ber xwe dan
 
Piştre bi êrîşa polîsan re dayik hatin binçavkirin. Dayikên ku bi darê zorê kirin wesayita polîsan, dirûşma "Bijî berxwedana zindanan berz kirin. Polîsan di wesayitê de jî li dayikan îşkence kirin.
 
Nehat zanîn ku Fincê Akman û Cemîle Karakaş ên hatin binçavkirin birin kîderê.