Li Rihayê mêrekî jinek qetil kir

  • 13:24 21 Cotmeh 2022
  • Rojane
RIHA - Jina bi navê Sena M. li navçeya Halîliyê ji hêla mêrê pê re hat zewicandin Farîz A. ve hat qetilkirin. 
 
Jina bi navê Sena M. (33) li Taxa Hamîdiye ya navçeya Halîliye ya Rihayê ji hêla mêrê pê re hat zewicandin Farîz A. ve bi çekê hat qetilkirin. Komên tenduristiyê, cenazeyê Sena M. rakirin morga Midûriyeta Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Hat zanîn ku 4 zarokên Sena M. hene. 
 
Kujer Farîz A. piştî bûyerê hat binçavkirin.