Li Mexmûrê 2'yemîn Komxebata Komîteya Jineolojiyê dest pê kir

  • 12:20 21 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi dirûşma "2'yemîn Şoreşa Cotkarî û Gundewarî Bi Zanista Jineolojiyê Ava Bibe", Komxebata Komîteya Jineolojiyê dest pê kir.
 
Li Wargeha Penabran a Mexmûrê ku du salê carekê Komxebata Komîteya Jineolojiyê tê lidarxistin, îro jî komxebat bi dirûşmeya "2'yemîn Şoreşa Cotkarî û Gudewarî Bi Zanista Jineolojiyê Ava Bibe" dest pê kir. Axaftina vekirinê ya komxebatê ji aliyê endama Komîteya Jineolojî Songûl Gûler ve hat kirin.
 
Songûl, di axaftina xwe de bal kişand li ser naveroka komxebatê û got: “Me berê komxebata jineolojî dabû meşandin, îro jî em ê li ser gundewarî xebat bidin meşandin. Weke Komîteya Jineolojî divê em bingehê vê paradigmayê dagirin. Ji ber wê me pêwîstî bi xebatek wisan dît. Mijarên me yên ku em li ser bisekinin vegera li çanda dayîkê weke jin, divê em çanda jinê baweriya jinê çima hemû maf ji destê jinê hatiye girtin, nîqaş bikin. Pergala mêrsalarî çawa li ser xwe li ser jinê ewqas bi hêz kir, armanc çiye hedef çiye bi tûndî li ser jinê de tê. Ji bo di pêşerojê de em hişmendiya jinê di nava paradigmayê de ava bikin divê rê û rêbazên wê çawa be em ê çawa pêkbînin, di vê çarçoveyê de em ê nîqaşan pêş bixin.”
 
Piştî axaftina vekirinê sînevîzyona di derbarê komxebata jineolojiyê de hate nîşandan. Piştre guftugo hatin kirin, mijarên ku li ser guftugo were kirin evin: 
 
*Di şoreşa civaka xwezayî de rola jinê çibû?
 
*Duyemîn şoreşa çand û gundewarî de rola jinê wê çibe û çawa be? 
 
Herî dawî jî wê nêrîn û pêşniyar werin giritin û li gorî wê, Komîteya Jineolojiyê dest bi kar û xebatên xwe yên dû salan bike.
 
Tê payîn heya êvarî komxebat dewam bike.