Bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî: Kesên bêdeng dimînin hevkarê sûc in

  • 20:08 20 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye li başûrê Kurdistanê li dijî gerîlayên HPG’ê çekên kîmyewî bi kar tîne. Bikaranîna çekên kîmyewî li gelek navendan bi meşan hatin protestokirin. Di daxuyaniyan de hat gotin ku kesên bêdeng dimînin jî hevkarên sûc in. 
 
Tirkiye li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên başûrê Kurdistanê li dijî gerîlayên HPG’ê çekên kîmyewî bi kar tîne. Bikaranîna çekên kîmyewî li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hat şermezarkirin. 
  
Xarpêt
 
Rêxistina HDP’a Xarpêtê bikaranîna çekên kîmyewî bi daxuyaniyekê şermezar kir. Hevserokê HDP’a Xarpêtê Alî Yildirim ê di daxuyaniyê de axivî destnîşan kir ku Tirkiye li dijî peymanên navnetewî ku alîgirê wan e tevdigere.
 
Mêrsîn
 
Endam û rêveberên HDK, TJA, HDP, DBP, Çukurova TUAY-DER, AKAY-DER û Meclisa Dayikên Aştiyê li Parka Ozgur Çocûkê kom bûn. Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz ê polîsan qedexeya walitiyê pêşkeşî wan kir diyar kir ku mafê xwe yê kombûnê bi kar tînin û got: “Axaftina we ji bo pêşîgirtina li mafên me yên destûra bingehîn gefek e. Hûn girseyan provoke dikin. Em vê êrîşa kîmyewî jî şermezar dikin.”
Girse pişt re ji Parka Ozgur Çocûkê heta avahiya HDP’a Mersînê meşiya. Girsê di meşê de li gel tîlîlî û çepikan dirûşmeyên “Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e” , “Bijî berxwedana gerîla”,  “Bijî berxwedana zindanan” , “Em dê bi berxwedanê qezenc bikin” berz kirin. 
 
Edene
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Akdenizê (AYKAYDER) li ber avahiya HDP’a Yuregîrê daxuyanî dan û êrîşên çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê şermezar kirin. Di daxuyaniya ku gelek kes beşdar bûn de pankarta “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye, li hemberî vî sûcî bêdeng nemînin!” hat vekirin.
 
Rêveberê AYKAYDER’ê Amîl Çelîk ê di daxuyaniyê de axivî, bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da û wiha got: “Bikaranîna kîmyasalê li dijî peymana Cenevrê ye, sûcekî şer e û sûcekî eşkere yê li dijî mirovahiyê ye.” Çelîk, xwest ku bikaranîna çekên kîmyewî demildest bê lêkolînkirin û wiha berdewam kir: “Di encamê de bikaranîna çekên kîmyewî ku encama polîtîkayên şerê qirêj ê bi salan e, di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de ye. Em bang li saziyên navneteweyî bi taybetî jî Meclisa Tirkiyeyê dikin ku wezîfeya xwe bikin. Ev hemû êş û rondik ji israra dewletê ya di polîtîkaya bêçareseriyê de derdikeve holê. Çareseriya pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane yên demokratîk û vekirina rêya diyalogê wê li xêra hemû gelên Tirkiyeyê be.”