Çalakiyên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî didomin: Divê bêdengî bi dawî bibe

  • 17:15 20 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê hat şermezarkirin. Di çalakiyan de wiha hat gotin: "Em bang li raya giştî ya cîhanê û bi taybet NY'yê dikin ku li dijî van sûcên dijmirovahî pêwîstiyên Peymana Cenevreyê bi cih bînin. Dîsa em li bendê ne ku OPCW tavilê heyetekê bişîne herêmê ku lêkolînên pêwîst bike."
 
Bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ji hêla dewleta tirk ve, li gelek bajaran hat protestokirin. Li Wan, Agirî, Riha, Amed, Şirnex, Dêrsim, Mêrdîn, Îdir, Agirî,  Dîlok û Stenbolê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. 
 
Wan
Bi tevlibûna nûnerên Şaxa Komeleya Yekitî Çand Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) ya Wanê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, daxuyanî hat dayîn. Di daxyaniyê de pankartên “Bikaranîna çekên kîmyewî binpekirina hiqûqa navneteweyî û sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Li dijî vî sûcî bêdeng nemîne” hatin vekirin. Her wiha beşdaran gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bimre xiyanet” berz kirin. 
 
Di daxuyaniyê de Hevseroka Şaxa MEBYA-DER a Wanê Hanim Kaya diyar kir ku dewleta tirk gelek caran bi çekên kîmyewî êriş kirine û bertek nîşanî saziyên pênwedîdar da. Bi domdarî Kaya wiha got: “Ji nîsana sala 2021’an heta niha bi awayekî sîstematîk xazên kîmyewî, çekên nukleerî yên taktîk, bombeyên termobarîk, xaza hardalê û hwd. tên bikaranîn. Ev yek bi dîmenan hatin piştrastkirin. Ji dîmenên 17 kesên jiyana xwe ji dest dayîn û texrîbata di xwezaya li herêmê de îspat bûye ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Divê li hemberî van sûcên li dijî mirovahiyê, li gorî rêgezên Peymana Cenevreyê tevbigere. Hewceye OPCW di zûtirin demê de şandeyekê bişîne herêmê, lêkolînên pêwîst bike û îspat bike ku hevkarê vî sûcê li dijî mirovahiyê nîne.” 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Mûrat Sarisaç jî bal kişand ser gotina Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ku digot; “her PKK’iyekî 5-10 zarok hene” û wiha bertek nîşan da: “Nefreta wî ya li hemberî kurdan heta vê astê jî hat. Ji ber ku 5-10 zarokên kurdan zêde dibîne, hinekan jê li ser xetên sînor qetil dike, hinek jî li girtîgehan dikuje. Hinek ji siyasetê dûr dixe, parlamenteriya hinekan betal dike yan jî bi çekên kîmyewî qetil dike. We hemû çavkaniyên welêt ji bo kuştina kurdan ji şer re veqetandine. Ma hûn dê bi kuştina kurdan bi ser kevin? Hûn pesnê xwe bi komkujiyan didin. Madem li wir çekên kîmyewî nehatine bikaranîn, wê demê hûn çima naxwazin saziyên navneteweyî li wir lêkolînan bikin?” 
 
Agirî 
TJA, HDP, DBP, ÎHD û DÎSK jî li Agiriyê bi heman mebestê daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya avahiya HDP’ê hat dayîn û pankarta “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Nebe şirîkê vî sûcî” hatibû vekirin. Hevberdevkê DBP’a Agiriyê Melîk Ozmuş di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku divê saziyên navneteweyî li dijî bikaranîna  çekên kîmyewî bikevin nava liv û tevgerê. 
 
Îdir 
Her wiha li Îdirê jî li pêşiya avahiya HDP’ê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’a Îdirê Semra Dogruyol got ku dewleta tirk sûcê şer dike û wiha bi dawî kir: “Dîmenên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî wehşetin û nayên qebûlkirin. Bikaranîna çekên kîmyewî, di heman demê de sûcekî  li dijî mirovahiyê ye. Divê meclis di zûtirin demê de komîsyoneke lêkolînê ava bike û bikeve nava liv û tevgerê.” 
 
Mêrdîn
Rêxistinên girseyî yên demokratîk ên bi banga Şaxa MEBYA-DER'a Mêrdînê hatin gel hev êrişên çekên kîmyewî yên dewleta tirk ên li dijî HPG’ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê bikaranîn şermezar kirin. Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), TJA, HDP, DBP, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştgiriyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), ÎHD, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB), Odeya Bijîşkan a Mêrdînê û Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê û bi sedan kes li ber Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê kom bûn. Girseyê pankarta ku li ser “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî vekirin. 
  
Parêzer Azad Bayram ê li ser navê girseyê daxuyaniya hevpar xwend, diyar kir ku desthilat her roj her roj yeka nû li binpêkirina mafan zêde dike û got: “Eşkere ye ku hikumeta ku kaosê derdixîne, li hemû welêt bi taybetî li girtîgehan di nava şert û mercên tecrîdê de hikum dike. Van bêhiqûqiyan sînorên welêt derbas kirine û di dîmenên dawî yên hatine weşandin de jî delîlên li ser bikaranîna çekên kîmyewî li dijî hiqûqa navneteweyî derketine holê. Bikaranîna çekên kîmyewî weke sûcekî şer tê pênasekirin ku bi peymanên navneteweyî tê qedexekirin û şermezarkirin. Em bang li raya giştî ya cîhanê û bi taybet NY'yê dikin ku li dijî van sûcên dijmirovahî pêwîstiyên Peymana Cenevreyê bi cih bînin. Dîsa em li bendê ne ku OPCW tavilê heyetekê bişîne herêmê ku lêkolînên pêwîst bike û tavilê gavên ku nîşan dide ne alîgirê sûcê li dijî mirovahiyê ye, biavêje. Em weke rêxistinên civakî yên sivîl û parêzvanên mafên mirovan; em ê tu carî destûrê nedin ku sûcên li dijî mirovahiyê bên kirin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Hêrsa dayikan wê kujeran bixeniqîne” bi dawî bû. 
 
Amed 
Bi pêşengiya MEBYA-DER'ê girse xwest li Parka Koşuyoluya Rêzana Amedê kom bibin. Lê polîsan kombûna girseyê astengkir. Girse bi israr ketin parqê. Ligel sazî û dezgehên sivîl partiyên siyasî jî di çalakiyê de amade bûn. Piştre girse ber bi avahiya MEBYA-DER'ê ve meşiyan û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de êrişên bi çekên kimyewî hat şermezar kirin. Piştî daxuyaniyê polîsan êriş bir ser girseyî û 8 kes hatin binçavkirin. 
 
Stenbol 
Li Stenbolê jî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), HDP, TJA, DBP, MATUHAY-DER, ANYAKAY-DER, (DAD), NÇM, Enstîtuya Kurdî û Dayikên Aştiyê tevlî çalakiyê bûn. Beriya çalakiyê Qada Şîrînevler a Cadeya Meşê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Girseya ku kom bûyî ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Piştre êriş bir ser çalakvanan û gelek kes hatin binçavkirin. Binçavkirin bi dirûşmeyan hat şermezarkirin. Piştî ku derdor bertek nîşanî binçavkirinan da kesên ku hatin binçavkirin serbest hatin berdan. 
 
Êlih, Riha, Dêrsim, Dîlok
Bi heman armancê li Êlih, Riha, Dêrsim û Dîlokê jî çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Li Êlihê li Cadeya Gulistanê, Li Rihayê li ber Navenda kar a Ahmet Bahçivan, li Dêrsimê li Kolana Hunerê, li Dîlokê jî li parka Yeşîlsû daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku divê derdorên peywirdar û qada giştî ya navneteweyî demildest lêkolînê bikin.