Çalakvanên 'Nobeta Edaletê': Li Tirkiyeyê edalet nîne

  • 15:05 20 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Di çalakiya "Nobeta Edaletê" de malbatên girtiyan banga bi dawî kirina polîtîkayên tecrîdê kir. divê polîtîkayên tecrîdê dawî li polîtîkayên tecrîdê bê dayîn. 
 
Malbatên girtiyan ji bo rewşa girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine betalkirin 127 roj in çalakiya "Nobeta Edaletê" li dar dixin. Çalakiya îro li ber Edliya Bayrakliya Îzmîrê pêk hat. Di çalakiyê de malbatan dirûşmên wekî "Jin, jiyan, azadî" û " Bijî berxwedana zindanan", "Heq hiqûq edalet" berz kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Buca û endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) piştgirî dan çalakiya malbatan. 
 
Çalakvana "Nobeta Edaletê" Hanîfe Gumuş, diyar kir divê polîtîkayên zilmê yê ku li hemberî girtiyan tê meşandin bê bidawî kirin û got: "Em nikarin bi rêk û pek hevdîtinê bi zarokên xwe re daynîn. Kurê min bi sala ne girtî ye. Dema bi telefonê bi me re diaxife her tim di nivîdê tê birîn. Em êdî naxwazin girtiyek jiyana xwe dest bide. Êdî bila li Tirkiyeyê aştî bê. Bila ev zilm bê bi dawî kirin." 
 
Çalakvan Hanim Sever jî di çalakiyê de axivî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji bo pêkanîna aştiyê û bi dawî kirina polîtîkayên tecrîdê em çalakiya xwe pêk tînin. Em ne mafya ne, em li kolanan jinan nakujin. Denîz Poyraz hat qetilkirin û kujêr dibêje 'Ez ê carek din bikujim'. Gelo çima hesab jê nayê pirsîn. Hûn çima hesabê ji dayikan dipirsin. Lê belê mixabin li Tirkiyeyê edalet nîne. Îşkenceya ku li vir tê kirin li tu deverên cîhanê nîne." 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Îzmîrê bi dirûşmeyan bi dawî bû.