Xizmên girtiyan banga têkoşînê kirin

  • 13:10 20 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
 
AMED - Xizmê girtiyan, bang li Wezîrê Edaletê û Serok Komar kirin ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gavê biavêjin û gotin, "Ger ku ew çareseriyekê pêk neynin em nasekinin û wê çalakiyên me bidomin. Em ê li her derê daxwazên xwe yên ji bo zarokên xwe bînin ziman."
 
Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfazên wan hatine şewitandin ku ji bo xizmên wan bên berdan dane destpêkirin îro li ber Edliyeya Amedê dawam kir. Malbatan di çarçoveya çalakiya xwe de daxuyanî dan. Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re (TUHAY-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Di Dewreya Şaristaniyê de Xizmên xwe Wenda kirine (MEBYA-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Hewldana 78’an û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiy ya Amedê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û Baroya Amedê beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
'Em serî natewînin'
 
Ji xizma girtiyan Reşahat Ada diyar kir ku ew çûne enqereyê lê wan tu encam bi dest nexistine. Reşahatê bertek nîşanî bêdengiya Serok Komar û Wzîrê dadê da û wiha got, " 
 
Ankara’ya gittiklerini ancak bir sonuç alamadıklarını belirten tutsak yakını Reşahat Ada, Cumhurbaşkanı ve Adalet Bakanı’nın taleplere sessiz kalmamasını eleştirdi. Reşahat, “Bila guh bidin daxwazên me yên ku em tînin parlamentoyê. Girtiyên nexweş dema wan tune ye, rewşa wan krîtîk e. Weke xizmên girtiyan em ê li hemberî vê zilmê serî  netewînin. Bes e. Li girtîgehê cezayên dîsîplînê tên dayîn."
 
'Li hemberî zilmê bêdeng nemînin'
 
Reşahat, bal kişand ser girtiyên ku kelepçekirî rakirin nexweşxaneyê  û wiha got: “Ji ber ku girtiyên me muayenekirina kelepçekirî qebûl nakin, bêyî ku muayene bikin dîsa tînin girtîgehê. Em nikarin bi rehetî serê xwe deynin ser balgiyê. Bila Serok komar û Wezîrê Dadê çareseriyekê bibînin. Ger ew nikaribin çareseriyekê bibînin, em jî ranawestin. Em ê daxwazên xwe yên ji bo zarokên xwe li her derê bînin ziman. Em deyndarê girtiyên xwe ne. Banga me ji welatên Ewropayê re ye, li hemberî zilmê bêdeng nemînin. Berxwedan jiyan e.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Heq, hiqûq û edalet” û tilîliyan bi dawî bû.