Nobeda Edaletê didome: Li cihê çalakiyê erebeya hespan park kirin

  • 13:07 20 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
RIHA - Di roja 591'emîn a Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar de peyama berdewamiya çalakiyê hat dayin. Li şûna cihê çalakiya malbatê parxêle (erebeya hespan) park kirin.
 
Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê diroja 591’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît wek her sibehê hatin cihê çalakiyê û bi bariyerên betonê ve pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” daliqandin û dest bi nobeda edaletê kirin. Berê cihê çalakiya malbatê polîsan bi bariyerên hesin dorpêç kiribû lê belê ji ber berxwedana malbatê bariyer hatibûn rakirin. Piştî vê yekê qad ji bo wesayîtên sivîl veguherandibûn otoparkê. 
 
Li cihê nobedê wesayît tên parkirin. Îro jî li cihê ku pankart lê tê daliqandin, parxêle (erebeya hespan) bi bariyeran ve hat girêdan. 
 
Ferît Şenyaşar da zanîn ku dozger û polîs çi dikin bila bikin ew ê ji qadê venqetin û bi biryardarî çalakiya xwe bidomînin. Ferît anî ziman ku wesayît ne bes bûn niha jî erebeya hespan anîn û par kirin e û ev hewldanên dozgeriyê hemû beyhûde ne. 
 
Emîne Şenyaşar jî bertek nîşanî parkkirina erebeya hespan da û ew ji polîsan bi guman in ku ereboka hespan anîne cihê çalakiya wan bi cih kirine. Emîne Şenyaşar îşaretî erebeya hespan kir û got: “Vaye edaleta we ev e.”