'Çekên kîmyewî yên ku sîstema rehikan hedef digire hatine bikaranîn'

  • 11:52 20 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci axivî û got: "Xuyaye ku xazên kîmyewî yên toksîk-jehrî yên ku raste rast sîstema rehikan hedef digire hatine bikaranîn.” 
 
Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û pispora tipa edlî Bijîşk Şebnem Korur Fîncanci têkildarî çekên kîmyewî yên li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên başûrê Kurdistanê ji hêla dewleta tirk ve hatine bikaranîn, tevli bernameya Medya Haberê bû. 
 
Şebnem, da zanîn ku dîmenên gerîlayên bi çekên kîmyewî hatine bikaranîn lêkolîn kirine û wiha got: “Xuyaye ku xazên kîmyewî yên toksîk-jehrî yên ku raste rast sîstema rehikan hedef digire hatine bikaranîn. Her çende ku bikaranîna van çekan qedexe be, em dibînin ku di pevçûnan de tên bikaranîn.
 
Li gorî peymanên navneteweyî, divê teqez şandeyên serbixwe ji bo lêkolînê biçin herêmê. Di çarçoveya sepandina peymanên navneteweyî û Peymana Cenevreyê ku bi kar anîna çekên kîmyewî qedexe dike, dema îdiayeke wiha derket holê, hewceye rêgezên Protokola Mînnesotayê esas bên girtin û li gorî vê şêweyê lêkolînê bê diyarkirin.
 
Astengkirinên PDK’ê ku nahêle şandeyên serbixwe ji bo lêkolînê biçin herêmên şer. Ev astengkirin, binpêkirina peymanên navneteweyî ye. Divê şandeyên serbixwe neyên astengkirin lê belê hatine astengkirin. Divê derheqê dewletên ku van çekan bi kar tînin de lêpirsîneke baş bê kirin.”