'Bi nêzîkatiya tolhildanê nêzî Aysel Tugluk dibin'

  • 11:13 20 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr a ku bi girtiya nexweş Aysel Tugluk re hevdîtin kir wiha axivî: "Bi nêzîkatiyek tolhildanê nêzî Ayselê dibin. Divê em li dijî îşkenceya li ser Ayselê denge xwe bilind bikin û xwedî lê derkevin.” 
 
Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk nexweş e û li Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa F’yê tê ragirtin. Li gel teşhîsa nexweşiya “demans” hatiye danîn jî ji ber raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) nayê berdan. Aysel ji ber nexweşiyê nikare pêdiviyên xwe rojane dabîn bike. 
 
Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr di 17’ê cotmehê de li girtîgehê bi Ayselê re hevdîtin kirin. 
 
Dîrayet derbarê hevdîtinê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Dîrayet anî ziman ku wan rewşa Aysel Tûglûk li cih çavdêr kirine û dîtina Aysel a di wê rewşê de ji wan re zor hatiye û tesîrek neyînî li ser wan kiriye û got: "Nexweşiya Ayselê ku girantir bûye ferq kirine û agahiyên derbarê wê de ji Fîgen Yuksekdag ku pê re di heman qawîşê de dimîne girtine. Aysel rojane nikare pêdiviyên xwe şexsî pêk bîne. Bi tena serê xwe nikare tiştek bike. Neberdana Ayselê rê li ber mirinê vedike. 
 
Li gel Wezareta Dadê û Saziya Tiba Edlî (ATK) rewşa Ayselê dizanin jî lê ji ber raporên ATK’ê nayê berdan û ji bo Ayselê di hefsê de ragirin raporan dikin hincet. Nêzîkatiya li hemberî Ayselê bi meseleya kurd ve girêdayî ye. Neberdana Ayselê û ragirtina wê ya li hefsê dixwazin tolê jê hilînin. Bi nêzîkatiyek tolhildanê nêzî Ayselê dibin. Divê em li dijî îşkenceya li ser Ayselê denge xwe bilind bikin û xwedî lê derkevin.”