Li Brukselê êrişên çekên kîmyewî hatin şermezarkirin

  • 10:01 20 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENA NÛÇEYAN - Li bajarê Bruksel ê Belçîkayê bi pêşengiya YJK-B êrîşên bi çekên kîmyewî yên li dijî hêrêman Zap, Metîna û Avaşîn ên Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin.
 
Li bajarê Bruksel ê Belçîkayê bi pêşengiya YJK-B êrîşên bi çekên kîmyewî hatin şermezarkirin. Bi êrişa çekên kîmyewî ya artêşa tirk herî dawî  17 gerîlayên HPG û YJA Starê jiyana xwe ji dest dabûn. 
 
Çalakî li navenda bajêr li Gare Centralê pêk hat. Dostên gelê Kurd jî piştgirî dan çalakiyê.
 
Çalakî bi performansa çekên kîmyewî dest pê kir û bi dirûşmên ‘Bijî berxwedana gerîla’, ‘Bijî berxwedana HPG û YJA-Starê’ û ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.
 
Ji bo çalakiya wê li pêşiya Parlementoya Ewropayê were lidarxistin jî banga tevlêbûnê hate kirin.