Êrişên kîmyewî li Sydneyê ji hêla kurdan ve hat şermezarkirin
- 14:38 19 Cotmeh 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên ku li bajarê Sydneyê yê Avûstralyayê dijîn êrişên kîmyewî yên li Herêma Federal a Kurdistanê şermezar kirin.
Kurdên li bajarê Sydneyê yê Avûsturyayê dijîn bi pêşengiya Navenda Civaka Kurdan a Demokratîk (NCDK) li Qada Town Hallê kom bûn. Bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan.
Hevseroka NCDK’ê Gulê Ros di çalakiyê de axivî û bêdengiya Ewropa, Avûstralya û ya OPCW’ê şermezar kir. Gulê diyar kir wê dewleta Tirk sûdê ji vê bêdengiyê bistîne û bi çekên kîmyewî qetlîamên komî bike.
Hevserokê NCDK’ê Îsmet Taştan jî nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk da û bang li hemû partiyên Başûrê Kurdistanê kir ku bila helwesteke xurt nîşan bidin.
Nivîskarê rojnameya Green Left Zeeklyê, Peter Boyle jî bang li hikumetên Avûstralya, DYE û Ewropayê kir û got “Dewleta Tirk li hemberî mirovayetiyê sûcê şer dike. Hêzên serwer çavê xwe ji van êrîşan re digirin.”
Peter diyar kir bikaranîna çekên kîmyewî pirsgirêkeke neteweyî ye û bang li OPCW’ê kir ku bila sûcên dewleta Tirk têxe ber lêpirsînê.