Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dewam dike

  • 14:04 19 Cotmeh 2022
  • Rojane
RIHA - Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 590'î de dewam dike. 
 
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar a hevjîn û dû lawên wê 14’ê Hezîrana 2014’an ji aliyê xizm û parazvanên Wekîlê AKP’ê Halîl Îbrahîm Tildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar a ji êrişê bi birîndarî rizgar bû di roja 590'î de didome.
 
Malbata Şenyaşar danê sibehê hatin ber Edliyeya Rihayê û pankarta bi nivîsa "Ji malbata Şenyaşar re edalet" li bendên betonê daliqandin û dest bi nobetê kirin.
 
'Dîrok wijdanê gerdûnê ye'
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal got, “Dîrok wijdanê gerdûnê ye... Bêhiqûqiya herî vekirî ya dîrokê li #Rihayê pêk tê. Zihniyeteke serdest heye ku çewisandin ji me ye. Têkoşîna dayikê bûye mijara belgefîlmên navneteweyî. Piştî sedsalan jî dê têkoşîna dayikan neyê jibîrkirin! Fragman” parve kir û dîmenên ji nobeta edaletê parve kir.