Me ji OPCW'ê bêdengiya li hemberî kîmyasalê pirsî

  • 12:13 19 Cotmeh 2022
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Me ji OPCW'ê bêdengiya wan a li hemberî bikaranîna çekên kimyewî li Herêma Federe ya Kurdistanê pirsî. Li ser pirsa me  OPCW li xwe mikur hat ku ew  tenê li sûcên li dijî mirovahiyê "temaşe dikin" û tenê dema ku dewlet di nav mijarê de bin lêkolînan dikin. Rêxistina navborî pirsa me ya "Eger dewlet serlêdan nekin, di lêpirsîna sûcên şer de pêşketineke çawa çêdibe?" jî  bêbersiv hişt û careke din nîşan da ku ew nikare vîzyona xwe ya "ewlehkirina cîhanê ji xetereya şerê kîmyewî" pêk bîne.
 
Êrîşên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe ku di 17’ê Nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Tirkiyeyê destpê kiribûn, meha 6’an li pey xwe hiştin. Di vê demê de derket holê ku Tirkiyê hejmareke zêde ya çekên kîmyewî bi kar tîne û bi vê re sûcê şer dike. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) der barê êrîşên bi çekên kimyewî yên Navenda Parastina Gel (HSM) ya di heyama 6 mehan de pêk hat de daxuyaniyek da û bal kişand ser wê yekê ku di navbera 14'ê Nîsanê û 14'ê Cotmehê de Tirkiyeyê 2 hezar û 467 caran bombeyên qedexe bombeyên kimyewî bi kar anîne. . Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di nava van çekan de bombeyên nukleerî, termobarîk, fosfor û gaza demarî ya taktîkî hatine bikaranîn, hate gotin ku di êrîşên heta niha de bi giştî 44 endamên HPG û YJA-Starê jiyana xwe ji dest dane.
 
Di encama êrîşa bi çekên kîmyewî de 17 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan
 
Li gorî daxuyaniya herî dawî ya HPG'ê, di encama êrîşa bi çekên kîmyewî de 17 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane. Di dîmenên ku ANF'ê yên têkildarî vê yekê de pêşkêş kir de, di dîmenê yekem de 2 HPG'yiyên ku bi çekên kîmyewî re rû bi rû mane, hişê xwe winda kirin û ji ser hişlê xwe çûyî tevdigerin, di dîmenê din de jî rengê dest û neynûkan, bêhişî û lerzîna laş heye û piştî vê tevgerê jî HPG'yî jiyan jiyana xwe ji dest dane. 
 
OPCW bêdeng e
 
Peymana Çekên Kîmyewî heta 29'ê Nîsana 1997'an ji bo îmzekirinê vekirî ma. OPCW di sala 1997'an de bi awayê "serbixwe" ji bo pêkanînan vê peymanê û peydakirina çekên kîmyayî hat damezrandin. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ku ji bo pêşîlêgirtin, lêkolîn û vekolînê li ser bikaranîn, peydakirin û veguhestina çekên kîmyewî xwedî şert û merc e, li dijî operasyonên ku bi hevkariya Tirkiye û PDK'ê li Kurdistana Federe tên kirin, ti gav neavêtiye.
 
Tirkiye di sala 1997 de pejirand
 
Me bi rêya e-mailê xwe gîhand berpirsên  OPCW'ê, li ser bêdengiya wan a li hember bikaranîna çekên kîmyayî pirsên xwe ji wan kirin. Rêxistinê li ser daxwaza me hevdîtin qebûl kir lê daxwaza me ya rerportajê red kir û ev bersiv da me, "Heta ku dewletên alî daxwaza lêkolîn û lêpirsînê nekin em nikarin li ser 'îdiayan' lêkolînê bikin." Rêxistinê bi bîr xist ku Tirkiye yek ji wan peymanan îmze kiriye û got, "Peymana Çekên Kîmyewî peymaneke navneteweyî ye ku armanca wê tunekirina tevahiya kategoriya çekên komkujî ye, qada çalakî û naveroka wê gelekî berfireh e. Welatên ku peyman îmze kirine û erê kirine, mecbûr in ku tevahiya bendên wê bi cih bînin. Tirkiye di sala 1997'an de Peymana Çekên Kîmyewî pesend kir.
 
Îtîraf kir ku tenê sûcên li dijî mirovahiyê temaşe dikin
 
OPCW'ê bi awayekî zelal peyama ku ew ê li dijî sûcên mirovahiyê ku tên kirin nekevin tevgerê da. OPCW'ê bi bîra me xist ku vîzyona "ewlekirina cîhan ji xetera şerê kîmyewî" ji bo gelê Kurd ne derbasdar e. 
 
Bi hişmendiya ger di şer de netew dewlet hebe lêkolîn tê kirin tevdigerin
 
Derbarê dîmenên çekên kîmyayî yên li Herêma Kurdistana Federe, OPCW'ê di e-maile xwe de ev tişt ragihand: “Sekreteriya Teknîkî ya OPCW'ê ev çend sal in di çarçoveya îdiayên bikaranîna çekên kîmyayî de û lêkolînên derbarê wan îdiayan de rewşa herêmê dişopîne. . Sekreteriya rêxistina me der barê îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî de ti agahiyek rast negirtiye û der barê van îdîayan de jî ji dewletên Peymana Çekên Kîmyewî îmze kirine daxwaz nehatiye. Li gorî Peymana Çekên Kîmyewî, Sekreteriya Teknîkî ya OPCW'ê amade ye ku li ser daxwaza wê alîkariya her dewletek endam bike.” Rêxistinê bi vê bersivê îtîraf kir ku heta dewlet nebe ew ê alîkariyê nedin gelên aliyê din ê şer ku rastî her cure kiryarên dijmirovahî tên.
 
Pirsa me bêbersiv hişt
 
OPCW pirsa me ya, "Gelo hûn li hember îdiayeke wiha însiyatîfê nagirin, ji ber ku eger ew îdia rast bin û dewlet serlêdanê nekin, dê çawa di lêkolîna tawanên şer de pêşketin çêbibin?" bêbersiv hişt û erkên peyanê yên li ser malperan nîşan da.
 
Nobeda li ber OPCW'ê dewam dike
 
Li aliyê din nobeda li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve di operasyonên dervayî sînor de li ber OPCW'ê didome. Li ser biryara Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK -E), Meclîsa Demokratîk a Civakên Kurdistanê ya Belçîka (NAV-BEL) û Meclîsa Civakên Demokratîk a Kurdistanê (DEM-NED) a Hollandayê, di destpêka meha Gulanê de li pêşiya OPCW’ê çalakiyek hate lidarxistin. li Den Haag, Hollanda. Çalakî ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ên li herêma Benelûks a ku Hollanda, Belçîka û Luksembûrgê ne, tê lidarxistin.
 
Zêdetirî 2 mehan e di nobetê de ye
 
Xosnav Ata ku biraziyên wî Gulperîn Ata û Mihrîban Ata di êrîşên kîmyewî yên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 2 meh in li ber OPCW'ê nobedê digire. Xosnav ji OPCW'ê dixwaze ku li dijî êrîşên kîmyayî yên Tirkiyê bikevin nava tevgerê û lêkolînê bke.