KNK'ê bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir: Nebin şirîkên sûcdaran

  • 10:19 19 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Rêvebir a KNK’ê li dijî bikaranîna çekên kîmyewyî ev bang kir: “Em bang li Neteweyên Yekbûyî, OPCW, Konseya Ewropa û dewletên peywendîdar dikin ku li dijê vê rewşê çavên xwe negirin û bêdeng nemînin. Bêhelwestî û bêdengî, hevkarîya sûcdaran e û nebin şirîkên sûcdaran.”
 
Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarê bikaranîn çekên kîmyewî ya dewleta Tirk, daxuyaniyek da.
 
Daxuyaniya Konseya Rêvebir a KNK’ê wiha ye:
 
“Artêşa Tirk, ev serê salan e li hember şervanên azadiyê yên Kurdistanê, çekên kîmyewî bi kar tîne. Heta niha ev çekên qedexe dem bi dem bi kar dianîn lê ev 2 sal in ji sibata 2021’ê heta bi niha bêyî navber bi kar tîne. Bi teybetî jî van şeş mehên dawîn gelek zêdetir kiriye. Li gorî agahiyên Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG‘ê, sala 2021'ê 367 caran, van şeş mehên dawîn 2470 caran çekên kîmyewî û çekên qedexe bi kar anîne. Di van êrişan de ji sedan zêdetir şervanên azadîyê şehîd bûne.
 
Gelek rojan dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî û delîlên bikaranînê, derdikevin û di ragihandinê de têne belavkirin. Îro jî dîmenên bi vî rengî di ragihandinê de derketin û şehadeta 17 şervanên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûne, hate ragihandin. Gelê Kurd, rêxistinên Kurdistanî û gelek dostên kurdan, ev demeke dirêj e li her derê dengê xwe bilind dikin û banga xwe digihînin raya giştî ya cihanê. Lê mixabin ji bilî hinek saziyên mafê mirovan, kesek vê rewşê nabîne û dengê xwe nake. Bi teybetî Neteweyên Yekbûyî, OPCW, Konseya Ewropayê û dewletên peywendîdar, bê deng in û naxwazin vê rewşê bibînin. Dewleta Tirk jî, ji vê rewşê cesaret digire û êrişên xwe zêdetir dike.
 
Rayedarên Dewleta Tirk, li Kurdistanê sûcên şer ên li dijê mirovahiyê dikin. Di sêrî de Erdogan û endamên hikûmeta wî, fermandarên artşa Tirk û berpirsên MÎT'ê, li dijê mirovahiyê sûcdar in.
 
Tişta li Kurdistanê diqewime, ne tişteke ji rêzê ye. Îro li pêş çavên Cihanê li Kurdistanê, artêşa Tirk bi awayekî hovane êriş dike û hemî pîvanên hiqûqî binpê dike û sûcên şer ên li dijê mirovahiyê dike. Li dijî vê rewşê, divê kurd û dostên kurdan, li ser pêyan bin û li her derê dengê xwe bilind bikin. Rewş awarte ye nabe ku dereng bikeve.
 
Em KNK, ev rewş di rojeva me ya sereke de ye û bi hemû awayî em ê şopdarê vê rewşê bin û em ê bi hemû hêza xwe, li dijê vê hovîtîya dewleta Tirk rawestin.
 
Em, bang li Gelê Kurdistanê jî dikin û dibêjin, roj roja berxwedanê ye, roj, roja xwedî derketina li şervanên azadiyê ye, bila her kes li qadan be û bi ruhê berxwedana Kobanê li dijê vê hovîtiyê derkeve. Her wiha em bang li dostên Kurdan û cîhana humanîter jî dikin ku di vê rewşa awarte de, li gel gelê Kurd cihê xwe bigrin.
 
Di heman demê de em bang li Neteweyên Yekbûyî, OPCW, Konseya Ewropa û dewletên peywendîdar dikin ku li dijê vê rewşê çavên xwe negirin û bêyî deng nemînin. Bêhelwestî û bêdengî, hevkarîya sûcdaran e û nebin şirîkên sûcdar û xwînxwaran.”