Derheqê dosyaya kujerê Sakîne Kultur de 5 meh in tu pêşketin nîne

  • 09:03 19 Cotmeh 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Îbrahîm Barkin ê Serokê Ocaxên Tevgera Taybet ê Şirnexê ye, di 14’ê Gulanê de Sakîne Kulturê qetil kiribû. Tevî ku li ser bûyerê 5 meh derbas bûye jî derheqê dozê de hê tu pêşketin nîne.
 
Li navçeya Silopîya ya Şirnexê di 14’ê Gulanê de Sakîne Kultur (40) bi rêbaza îşkenceyê hatibû qetilkirin. Cenazeyê Sakîneyê li ser rêya newala Bêspinê ya girêdayî bajarokê Tilqebînê ji hêla ajokarekî kamyonê ve hatibû dîtin. Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê kuştina Sakine de hatibû kirin de Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin di 15’ê Gulanê de hatibû girtin.
 
Îbrahîm Barkin ku di heman demê de bi gelek bûyerên tacîzê ketiye rojevê, berê de jina ku pê re zewicîbû hewil daye ku qetil bike. Îbrahîm Barkin ê Serokê Ocaxên Tevgera Taybet ê Şirnexê ye, bi ofîsa ku li navçeyê vekirî bi soza kardayînê gelek jin tacîz kirine û ev rewş bi awayekî sîstematîk kiriye. 
 
Tevî ku li ser bûyerê 5 meh derbas bûye hina jî derheqê dozê de îddîaname nehatiye amadekirin û li ser dosyayê biryara nepeniyê hatiye dayîn.