Li Stenbolê zarok jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin
- 14:03 18 Cotmeh 2022
- Rojane
STENBOL - Biserdegirtina malan a serê sibehê zarok jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin.
Serê sibehê polîsan li navçeyên Stenbolê bi ser malan de girt. Di serdegirtinan de zarok jî di nav de herî kêm 7 kes hatin binçavkirin. Polîsan binçakiriyan bir Midûriyeta Polîsan a Stenbolê û Midûriyeta Şaxa Zarokan a Uskudarê.
Sedema binçavkirinê nehat zanîn û hat diyarkirin ku ji bo 24 saetan qedexeyê danîne ser hevdîtina parêzeran a bi miwekîlên xwe re.