Cenaze 22 rojan li ATK'ê tên ragirtin

  • 11:50 18 Cotmeh 2022
  • Rojane
MÊRSÎN- Cenazeyên Dilara Ûrper û Emek Feremez Hisên ên li Mêrsînê di çalakiya li dijî Midûriyeta Polîsan de jiyana xwe ji dest dan 22 roj in li ATK'ê tên girtin.
 
Di çalakiya 26’ê Îlonê ya li dijî Mala Polîsan  ya li Taxa Tece ya navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê de, polîsek miribû û gelek polîs jî birîndar bûn. Endamên HPG'ê Dilara Ûrper (Sara Tolhildan) û Emek Feremez Hisên (Rûken Zelal) ên ku çalakî li dar xistin jî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan.
 
2 malbatan nimûneyên xwînê dan
 
Li morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Edeneyê 2 cenazeyên ku ku hin parçeyên wan tune ne tên rawestandin. Malbata Dîlara piştî daxuyaniya HPG'ê hat Mêrsînê û ji bo cenazeyên xwe bigirin serî li Serdozgeriya Komarê da. Lê belê dozgeriyê ji endamên malbatê testa DNA'yê xwest. Malbat bêyî cenaze werbigire, ji bo DNA'yê nimûneyên xwînê dan. Hate hînbûn ku malbata Dilşah Ercan a ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ve hatiye hedefgirtin, ji bo DNA'yê nimûneyên xwînê dane Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê jî, di mînakên xwînê yên herdu malbatan de ti pêşketin çênebû. Ji ber ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê biryara veşartinê derbarê dosyeya lêpirsînê de girt derbarê agahiyan de tu pêşketin çênebû.