Li girtiya ku anîn Amedê lêgerîna tazî kirine

  • 11:04 18 Cotmeh 2022
  • Rojane
ENQERE - Sariye Taşkesen a ku ji girtîgeha Sîncanê ya JInan ji bo daneşîna doza wê anîn Amedê li girtîgehê 5 gardinanan lêgerîna tazî lê kiriye. Sariye diyar kir ku ew ji bo rapora îşkeceyê bigire çûye bijîşkê  girtîgehê jî lê bijîşk rapor nedayiyê.
 
Li girtîgehên ku her roj bi binpêkirinên mafan di rojevê de ne, li gel bertekên li hemberî lêgerîna tazî, girtî dema ku tên sirgûnkirin û ji bo daneşînên dozan wan dibin bajarên cuda li girtîgehan lêgerîna tazî li wan tê kirin. 
 
Sariye Taşkesen a li Girtîgeha Sîncanê, bi rêya parêzerê xwe di nameya ku şand de binpêkirinên mafan ên li hemberî xwe ku dema di 29'ê îlonê de ji bo daneşîna doza wê biririne Girtîgeha Jinan a Amedê vegot. 
 
Nameya Sariyeyê wiha ye:
 
"Di 29'ê îlonê de min birin Girtîgeha Jinan a Amedê. Ez ê li wê şevekê bimama û piştre vegeriyama. Gardiyanên Girtîgeha Jinan a Amedê ji min re gotin kincên xwe ji xwe bike. Dema ku min qebûl nekir li gel 3 gardiyanan duhebên din jî hatin û bûn 5 gardiyan. 2 qerdiyanan bi destên min, 2'yan bi lignên min girtin û yek jî li ser çongên min rûnişt û xwest kincên min ji min bike. Îşlik ji min kirin û goreyên di lingê min de jî derxistin. Xwestin tîşort û şalê min jî ji min bikin lê piştî ku min li ber xwe da dest jê berdan.
 
Bijîşkê girtîgehê laşê min ê sor bibû nedît
 
Min rapora îşkecndeyê girt. Lê di bin navê lêgerînê de bi pêkanînên tacîzê re rûbirû mam. Memikên min  guvaştin, destê xwe dirêjî beşên bedena min ên cuda cud kirin.  Derbarê vê mijarê de min serî li Wezareta Edaletê, Serdozgeriya Koarê ya Amedê û min serî li gelek saziyên têkildar da. Di 29'ê Îlonê de min birin revîrê lê bijîşkê girtîgehê sorbûna laşê min ya ji ber îşkenceya lêgerîna tazî ku li min kirin nedît û nekir rapor. Min li Wezareta Tendirustiyê jî giliyê bişîk kir."