'Qanûna Sansurê' li Rojnameya Fermî hate weşandin

  • 10:11 18 Cotmeh 2022
  • Rojane
ENQERE - "Qanûna Sansurê" ya ku hat erêkirin û li Rojnameya Fermî hate weşandin.
 
"Qanûna Sansurê" ya ku bi dengê AKP'ê û MHP'ê li meclîsê hate qebûlkirin, piştî ku ji aliyê Serokomar Recep Tayîp Erdogan ve hate erêkirin li Rojnameya Fermî hate weşandin.
 
Hin ji hikumên qanûnê wê ji 1'ê çileyê û 1'ê nîsana 2023'yan û pê ve bikevin meriyetê.
 
Qanûna ku bi taybetî li dijî weşangeriya muxalîf û weşangeriya înternetê ya serbixwe hate amadekirin, gefeke mezin li azadiya ramanê û parvekirinên bikarhênerên medya dîjîtal dixwe.