Di şewata li girtîgeha Evînê de 8 kes birîndar bûn

  • 13:11 16 Cotmeh 2022
  • Rojane
ENQERE - Li Girtîgeha Evînê ya Îranê ku girtiyên siyasî û rojnameger dimînin di şewata duh êvarê derket de 8 kes birîndar bûn.
 
Duh êvarê li Girtîgeha Evînê ya li payitextê Îranê Tahranê şewat derket. Rojnamegerên Îranî ku li ser hesabê xwe yê medya dijîtal parvekirin kirin, diyar kirin ku şewat jî girêdayî çalakiyên şermezarkirinê yên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê tên kirine û îda kirin ku rejîm ji bo ji girtiyên siyasî "rizgar bibe" girtîgeh daye ber agir. 
 
Yek ji karbidestên dewletê ku ji kanala dewleta Îranê re axivî got, agir û rewşa girtîgehê di bin kontrolê de ye, lê wêne û dîmenên vîdyoyê yên ku ji hesabên yên dîjîtal ji aliyê gel ve hatine parvekirin nîşan didin ku şewat berdewam e.
 
Di hin vîdyoyên ku hatine parvekirin de dengê çek û teqînan tê bihîstin, li aliyekî jî ji aliyê kesên ber bi girtîgehê ve dimeşin dengê dirûşma "Bimre dîktator tê bihîstin.
 
Li gel ku hîna zelal nebûye têkiliya şewata li girtîgehê bi çalakiyên piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî heye an na, rojnamevan û aktîvîstên Îranî îdia kirin ku “Agir ji bo  piştgiriyê bidin xwepêşandanan an jî hikûmetê girtîgehê şewitandiye. ji girtiyên siyasî xilas bibin."
 
Kesên di çalakiyan de hatin girtin li Girtîgeha Evînê ne
 
Lê diruşmên ku gel li dijî rejîma zordar li ber girtîgehê qîr kirin, ev rastî nîşan da ku dibe ku ew bi çalakiyên Jîna re têkildar bin, di heman demê de hemû xwepêşanderên ku di çar hefteyên dawî yên xwepêşandanan de hatibûn girtin, li Êvînê hatibûn girtin. Girtîgeh îdiayên ku komploya rejîmê heye xurtir dike.
 
8 kes birîndar bûn
 
Medyaya dewletê îda kir ku tu têkiliya şewatê bi çalakiyên ji bo Jîna yê tên kirin tune ye,  Ajansa Nûçeyan a IRNA ya di bin kontrola dewletê de got 8 kes birîndar bûne.
 
Waliyê Tehranê jî di daxuyaniyekê de ji hundirê girtîgehê, ji televîzyona dewletê re îdia kir ku li beşeke girtîgehê ku sûcdarên biçûk tê de ne, alozî derketiye û rewş bi temamî di bin kontrola wan de ye.