ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2022'YAN

  • 09:00 16 Cotmeh 2022
  • Rojev
 
*Têkildarî destpêkirina sala nû ya xwedinê ya li Herêma Firatê ya ruxmî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê Mamosteya Dibistana Cîgerxwîn a Kantona Kobanê Ferîde Mislim wiha got:" Şagirt bi zimanê Kurdî, Erebî, Îngilîzî û wêjeya kurdî dixwînin. Ev ji bo me cihê serbilindiyê ye. Em û Desteya Perwerdeyê û Fêrbûnê heta ji dest me derdikeve em ê ji bo şagirtên xwe alîkar bin." DÎMEN HEYE
 
* Endama Platforma Jinan a Şahmaranê Elîf Arî, têkildarî sedema zêdebûna kuştinên jinan nirxandin kir û got: "Sedem polîtîkayên êrişên taybet ên tên meşandin e. Ji bo civakek di bin kontrola xwe de biafirînin hewl didin jinan ji têkoşînê dûr û lawaz biafirînin. Ji ber ger jin li berxwe nede wê civak jî li berxwe nede. Lê belê em di ferqê de ne û îro em serhildana xwe ya 'Jin Jiyan Azadî' li qadan mezin dikin."DÎMEN HEYE
 
*Jinên li Wanê bertek nîşanî nêzîkatiya li hemberî merasîma cenazeyê Nagîhanê dan û gotin: "Nêzîkatiya li hemberî cenazeyê Nagîhanê sûc e û dê ev zîhniyeta qirêj hesabê bide. Em ê xwedî li têkoşîna Nagîhanê derkevin." BI DÎMEN 
 
*Jinên bertek nîşanî polîtîkayên tecrîdê yên li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan wiha gotin:"Bi têkoşîna jinan em ê polîtîkayên tecrîdê têk bibin." BI DÎMEN