Malbatên girtiyan li qada Emînonuyê bang kirin: Em bêdeng nabin

  • 16:19 15 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li Stenbolê ligel êriş û binçavkirinan pêk hat. Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum bertek nîşanî binçavkirina malbatan da û got "Dayik dev jî nobetê bernadin û dê berxwedana xwe bidomînin." 
 
Malbatên girtiyan ji bo balê bikişinin ser rewşa girtiyan çalakiya xwe "Nobeta Edaletê" li Qada Emînonû ya Navçeya Fatîh a Stenbolê pêk anîn. Çalakiya malbatan 30 hefte ne didome. Xwişka Selîm Çîftçî yê ku li Girtîgeha Ûmraniyeyê girtî ye Cemîle Çîftçî, dayika Yakup Akman ê ku li Girtîgeha Sîlîvriyê girtiyê Fînce Akman, dayika Xemgîn Karakaş ê ku li Girtîgeha Afyonê girtî ye Cemîle Karakaş, xwişka Erdal Ozel ê ku li Girtîgeha Tekîrdagê girtî ye Kumri Akgul tevlî çalakiya vê heftê bûn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Zuleyha Gulum ji bo piştevaniyê tevlî çalakiyê bû. 
 
Polîsan beriya çalakiyê qad dorpêç kiribûn û xwestin daxuyaniya malbatan asteng bikin. Malbatên ku li dijî vê yekê derketin bi êrişa polîsan re rûbirû man û piştre hatin binçavkirin. Malbatên girtiyan di nav maşîneyên polîsan de jî bi êrişê re rûbirû man. 
 
Parlamenter Zuleyha Gulum, li vir axivî û got: "Dayik dev jî 'Nobeta Edaletê' bernadin. Li hember êrişan berxwedana xwe didomînin. Dixwazin me bêdeng bikin. Em bêdeng nabin. Em natirsin. Qanûnên we yên sansûrê jî nikarin em bêdeng bikin. 
 
Malbatên ku hatin binçavkirin birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Hasekî.